Meh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Meh, heyv yan jî mang parçekî salê ye. 365 rojên salê wekî 12 mehan tê parvekirin. Her mehek ji 30, an jî 31 rojan pêk tê. Bi tenê meha 2em hin salan ji 28, hin salan jî ji 29 rojan pêk tê.

Pîvana mehan li gor hesabê salnameyan (mîladî, hîcrî, kurdî û hwd) diguhere.

Salnameya gregorî (mîladî) (Komxebata Kurmancî (2019) û Wîkîpediya kurdî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser navê mehan di navbera zimannas û weşanan de lihevhatinek tune. Îro li Kurdistanê û li dervê Kurdistanê hin lîsteyên cuda yên mehan hene ku tên bikaranîn. Wîkîpediya kurdî navên mehan li gorî Rêbera rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî qebûl kirine.

  1. kanûna paşîn (çile)
  2. sibat
  3. adar
  4. nîsan
  5. gulan
  6. hezîran
  7. tîrmeh
  8. tebax
  9. îlon
  10. çiriya pêşîn
  11. çiriya paşîn (teşrîn)
  12. kanûna pêşîn[1][2]

Salnameya hicrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. muẖerem
  2. sefer
  3. rebîʿulewel
  4. rebîʿulaxer
  5. cemazîyelewel
  6. cemazîyelaxer
  7. receb
  8. şeʿban
  9. remezan
  10. şewal
  11. zîlqeʿde
  12. zîlẖece

Salnameya rojê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. nûrroj
  2. gullan
  3. baranbirran
  4. germaciman
  5. gelawêj
  6. berewpayîz
  7. mîran
  8. gellarrêzan
  9. agirdan
  10. sehollbendan
  11. nawzistan
  12. polan

Salnameya Rojhilat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zivistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Berfanbar, befranbar
  2. Rêbendan, rêbendan
  3. Reşemî, reşeme

Bihar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Adar, xakelêwa
  2. Avrêl, gulan
  3. Gulan, cozerdan

Havîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Pûşper, pûşper
  2. Tîrmeh, gelawêj
  3. Gelawêj, xermanan

Payîz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Rezber, rezber
  2. Kewçêr, gellarêzan
  3. Sermawez, sermawez

Pûxteyên Salnameyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jimare (A)[çavkanî hewce ye] (B)[çavkanî hewce ye] (C) (ji erebî)[çavkanî hewce ye] riyên din[çavkanî hewce ye]
1 çile rêbendan kanûna duyem
2 sibat reşemî sibat
3 adar adar adar xakelêwe
4 nîsan avrêl nîsan banemer
5 gulan gulan ayar cozerdan
6 hezîran pûşper hezîran
7 tîrmeh tîrmeh temûz xermanan
8 tebax gelawêj ab
9 îlon rezber eylol
10 çirî (cotmeh) kewçêr çiriya yekem xezelwer
11 teşrîn (mijdar) sermawez çiriya duyek
12 kanûn berfanbar kanûna yekem

Salnameya baha'î[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. biha
  2. celal
  3. cemal
  4. ʿezemet
  5. nûr
  6. reẖmet
  7. kelimat
  8. kemal
  9. esma
  10. ʿîzet
  11. meşiyet
  12. ʿîlim, ʿilm
  13. qudret
  14. qewl
  15. mesail
  16. şeref
  17. siltan, sultan
  18. mulk
  19. ʿela

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rêbera rastnivîsînê, Komxebata Kurmancî (2019)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)