1930 – Serokê efsanewî yê HindistanêMahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya bi navê Meşa Xwê kir. Meşa wî 350 kîlometer e bû û 24 rojan berdewam kir, bi hezaran hindî beşdar bûn.
1965 – Karkerên kargeha Kozlu, Karadon, Gelîk û Kîlîmliyê ji bo şermezarkirina bê adaletiya di belavkirinê de ya Karxaneya Komirê ya Tirkiyê (TKÎ) daneketin ser kar. Li ser vê yekê polis Tirk gule bera ser karkeran da; 2 kar mirin, 50 karker birîndarbûn.
1971 – Li Tirkiyeyêartêşê darbeyeke leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê. Di derbeyê de bi hezaran kes hatin girtin û gelek kes hatin bi darvekirin. Di wê demê de serokwezîrê hikûmetê Süleyman Demirel bû. Di heman rojê de Süleyman Demirel îstîfa kir.
1979 – Di salvegera darbeya leşkerî de xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandanên li Enqere û Izmîrê rastî êrîşa polêsan hatin. Li Akhîsarê di navbêra komên çep û polêsan de jî şer derket. Li vî şerî de polêsek mir, 25 kes jî hatin binçavkirin.
1995 – Li Stenbolê gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin. Bûyer heta 17ê adarê dom kirin.