Amûrên jîdar
Amûrên jîdar anko amûrên têldar ew amûrên muzîkê ne ko di wan da dengê mûsîqayî bi rêya velerizandina têl anko jiyan çêdibe.
Di hindek ji wan amûran da muzîkjen têlan bi tibil anko tiliyên xwe an bi perr an tiştekê zirav yê mîna nînokan an bi lêdana çekuçekê darîn an jî bi malîna têlan bi kivanekê vedilerizîne û dengî ji wan derdiêxe. Di hindek ji amûran da, mîna piyanoyê muzîkjen bi rêya şidandina kilîlên depkilîlekê çekuçî li têlan dide. Di amûrên ko kivan di wan da heye, muzîkjen kivaneka ji mûyê hespan bi têlan ra dixişîne û dengî ji wan der diêxe. Di hindek ji amûran da jî muzîkjen çerxekê dizivirrîne û bi awayî têlan vedilerizîne.
Amûrên bi kivan ew in ko di orkestraya muzîka klasîk da dihên bikarînan, û ev in: keman anko viyolon, viyola, çelo. Hindek ji wan jî yên kurdî û rojhilatî ne, mîna: ribab, kemançe û qîçik. Hemî amûrên kivandar dikarin bi tibil anko tiliyan jî bihên jenîn, ko ji vî karî ra dibêjin pizzîkato.
Hindek ji amûrên jîdar yên bê kivan di muzîka kilasîk da jî dihên bikarînan, mîna gîtara kilasîk. Lê pirraniya wan amûran yên kurdî û rojhilatî ne, mîna: tenbûr anko saz, ûd, tar, sêtar, sîtar, qanûn.
Hindek ji amûrên dî yên jîdar bi çekuçî dihên jenîn. Pîyano yek ji wan e. Lê di piyanoyê da muzîkjen bi awayekê ne rasterast çekuçî li têlan dide. Ew kilîlên ser depkilîlekê dişidîne û bi şidandina wan çekuçek bi têlan dikeve. Lê di hinedk amûrên dî yên mîna sentûrê da, muzîkjen rasterast çekuçekê sivik yê darîn ko serê wî bi hirî an tiştekê wekî libadê hatîye dapoşîn li têlan dixe.