Hirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hirî

Hirî pirça (pûrta) çermê hin ajalan re dibêjin. Kurd ji ya mihê re hirî, ya bizinê re mû dibêjin. Hirî di cûmkerîyê de tê bikaranîn. Kurd bi giranî ji guşên mihê bidestdixin.

Hiriya bi hevringê (cew) tê birrîn ji ya tê rûçikandin baştir e. Hevringên nûjen bi motorê yan elektrîkê dixebitin. Ji hiriyê cilûberg, bestirên tekstîlên dekorasyonê hwd tên hilberîn.

Gilokên hiriya li ser pişta mihê zirav, ên ranan (hêt) hinekê stûr in. Hiriya merînosê (bi latînî ovis aries hispanica) ziravtirîn hirî ye. Hiriya herî bêqîmet a dewaran û ya ji ajalên mirarbûyî hatiye rûçikandin e.

Li Kurdistanê berê zarokan ginciyên mihan dişûştin didan etaran (çerçî), pê leyzok dikirrîn. Ji ber qedexeya zozanan, li Bakurê Kurdistanê pişta ajalvaniyê hate şikandin. Niha bazirganiya hiriyê gelek kêm bûye.