Amerîkaya Latînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya Amerîkaya Latînî

Amerîkaya Latînî welat û herêmên ko li başûra DYA dimên û bi zimanên latînî an zimanên romanî di axafvin. Erdnîgarî Meksîk (Amerîkaya Bakur), Amerîkaya Navîn, Karîbîk û Amerîkaya Başûr dikevine vê herêmê. Lê ew welatên ko li ser zimanên romanî nayên axivîn, wek îngîlîzî (Belîze, Guayana an Jamaîka) holendî (Sûrînam, Antîlên Holendî) tên axivîn, nekevine Amerîkaya Latinî. Amerîkaya Latîn li ser nêzÎ 20 mîlon km² dimê û li ser wê rûerdê nêzî 500 mîlon kes dijîn.

Ji bo ko zimanên romanî herwiha wek zimanên latînî jî tên navkirin van herêmên ko li ser wan zimanên latinî dihatin axaftin jî wiha hatine nav kirin.

Dewletên Amerîkaya Latînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amerîkaya Bakur[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amerîkaya Navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karîbîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amerîkaya Başûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li welatên Amerîkaya LatînÎ bi piranî zimanê spanî tê axaftin. Li Brezîlê, ya ko welatê herî qelebalixa wê herêmê, portûgalî tê axaftin.

Li hindê wan zimanan zimanên dinên ewropayê jî, wek almanî, îngîlîzî, îtalyanî, walesî li wê herêmê der bi der belav bûne. Zimanên îndîgî(zimanên niştecîhên berê) jî li Meksîk, Bolîvya, Guatemala, Perû, Ekuador têne axaftin.

Li Perûyê zimanê qeçwayî li hindê spanî zimanê fermî ye. Li Bolîvyayê hindê spanî zimanên aymarayî, qeçwayî û guaranî zimanên fermî ne. Nîkaragua jî îngîlîzî û hin zimanên dinên wek mîskîto, sûmo û rama zimanên fermî ne.

Ol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amerîkaya Latînî bi gelemperî, nêzî 80% ji derê katolîk in.