Anne Brontë

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Anne Brontë. Birayê wê Branwell ev wêne çêkiriye

Anne Brontë (z. 17 rebendan 1820 li Thornton, Yorkshire, Brîtanya; m. 28 gulan 1849 li Scarborough, Yorkshire) yek ji nivîskar û helbestvanên navdar ên brîtanî bû. Xwişka biçûk a Charlotte û Emily Brontë bû.

Du berhemên Anne Brontë hene: Agnes Grey (1845) û Kirêdar ji Wildfell Dolan (The Tenant of Wildfell Hall, 1848). Wê pirtûkên xwe bi bernavka Acton Bell îmze kirine[1]. Dibêjin ku pirtûkên wê di dema nivîsandinê de ne serkeftî bûne.

Nivîskara ciwan di 29 saliya temenê xwe de ji ber nexweşiya tuberkulozê (werem, êşa zirav) jiyana xwe ji dest da.

Berhemên wê[biguherîne]

  • Agnes Grey, 1845.
  • The Tenant of Wildfell Hall, 1848

Çavkanî[biguherîne]

  1. David Crystal (1994). The Cambridge Biographical Encyclopedia. Cambridge University Press
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)