Antropolojî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Antropolojî yan mirovnasî yan jî mirovzanî (ji yewnanî: ἄνθρωπος, ánthropos: mirov; -λογία logía yan logos: zanist) zanista mirovan e. Antropolojî li ser çêbûn, pêşketin û qanûnên guhertinê yên fîzîkî yên çandên mirovan û nijadên mirovan lêkolînan dike. Di navbera xwe de bi du beşan tê veqetandin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Mirovnasiya civakî (an jî mirovnasiya çandî)

Beşeke ji zanista civakî ye ko bi metodên xwe yên nîjadnasiyî, nîjadî, zimannasiyî, civakî û psîkolojîk lêkolînan li ser çandê dike. Di dîroka mirovnasiyê de, mirovnasên hêja û pêşeng Franz Boas, Bronislaw Malinowski, Claude Levî-Strauss, Alfred Kroeber, Margaret Mead, Edward Evan Evans-Pritchard, Fredrik Barth û yên dîtir in.

[biguherîne] Pirsên mirovnasiyê

Her wiha pirsên mirovnasiyê yên sereke ev in:

  1. Çand û civakên biyan çima dirûvin hev?
  2. Çand û civakên biyan çima nadirûvin hev?
  3. Çand û civak çawa û çima diguherin?

[biguherîne] Lêkolînên mirovnasiyî li ser kurdan

Di mirovnasiyê de lêkolînên girîng ên ko li ser kurdan çêbûne ev in:

  • Agha, Shaikh and State (1992) (wergera bi zimanê tirkî Ağa, Şeyh ve Devlet, İletişim Yayınları), Martin van Bruinessen
  • Principles of Social Organization in Southern Kurdistan (1953) (Kürdistan’da Toplumsal Örgütlenmenin İlkeleri, Avesta Yayınları), Fredrik Barth
  • Doğuda Değişim ve Yapısal Sorunlar (1969), Doğan Yayınevi, İsmail Beşikçi
  • Kürtlerde Aşiret Ve Akrabalık İlişkileri, İletişim Yayınları, Lale Yalçın-Heckmann

[biguherîne] Binebeşên wê

[biguherîne] Mirovnasiya biyolojîk (an jî mirovnasiya fizîkî)

Beşeke zanistê ye, ya ku lêkolîna li ser peresana biyolojîk û irsîtî, lihevkirin û guheran, şêwezaniya prîmatan û peresana mirovan û tomarkirina fosîlan dike. Di sedsala nozdehan de avabûye. Tê pejirandin ku avakerê vê beşê Paul Broca ye.

[biguherîne] Binebeşên wê

[biguherîne] Çavkanî

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din