Augustus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Imperator Caesar

Augustus

Pater Patriae Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê rastî
Imperator Caesar Augustus
Jidayikbûn
Gaius Octavius

23 îlon 63 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin19 tebax 0014 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nola Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêSedemên sirûştî
Cihê goristanêMausoleum of Augustus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîRomaya Kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • împeratorê Romê (Împeratoriya Romê, 27 b.z. – 14)
  • pontifex maximus (13 b.z. – )
  • Roman censor
  • tribune
  • senatorê Romaya kevnare (Nayê zanîn – Nayê zanîn) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Partner
  • Salvia Titisenia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Julia the Elder
  • Gaius Caesar
  • Lucius Caesar
  • Tiberius
  • Agrippa Postumus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Gaius Octavius, Julius Caesar (adoptive father) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Atia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Julius Caesar (granduncle, adoptive father)
  • Julia Minor (maternal grandmother)
  • Marcellus (nephew, son-in-law)
  • Nero Claudius Drusus (stepson)
  • Tiberius (stepson) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatJulio-Claudian dynasty (progenitor), Julii Caesares (Roman adoption), Octavii Rufi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Augustus an Gaius Octavius Thurinus an jî Gaius Julius Caesar Octavianus (jdb. 23ê îlona 63 b.z. li Romê - mirin, 19ê tebaxa 14 p.z. li Nola nêzî Napoliyê) qeyserê pêşîn ê Împeratoriya Romê bû.

Augustus zarokê xarziyê Julius Caesar bû û piştî kuştina Caesar yê di 44 b.z. de wî ew mucadeleya pê têkoşînekê dirêj re di 31 b.z. de qezenc kir û bû qeyserê Romê. Dayika wî xarzêya Julius Caesar bû. Wî Şerê navxweyî a Romê xelas kir û xanedaniya Julî (Juliyen) dest pê kirin da. Ji bo aşitiya di dema wî de li Romê serwerî ajotî re demê wî wek Pax Augusta (Aşitiya Augusta) tê salixdan.[1]

Jiyan û kargêriya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê wî Gaius Octavianus bû û inwana Augustus ji pê re ji hêlê senatoya Romê hat dane wî. Bi navê xwe ve ew wek Imperator Caesar Divi filius Augustus dihat binavkirin. Augustus dihat maneyê zadegan û di dema paşwera wî Tiberius re bû inwana împeratoran.

Bavê hîn ko Octavianus 14 salî bû di sala 59 b.z. de miribû û apê xwe Julius Caesar ew wek zirkur girtîbû. Ew bi Julius Caesar re dema ko ew di 46 b.z. de çûbû Hispaniayê. Di sala 44 b.z. de wexta ko ew li Albanyayê bû xebera kuştina Julius Caesar hatibû. Ew vegeriya Romê û hîn kir ko Julius Caesar ew wek pêmavanê xwe salixdabû. Lê ew bi Marcus Antonius ve kete têkoşînê desthildariyê Împeratoriyê.

Pê têkoşînên herdu hêlan re bêserkeftî re di 43 b.z. de ewna Octavianus, Marcus Antonius û Marcus Aemilius Lepidus li hev hatin û wan triumvîrata duyem pêk anîn.[2]

Di 42 b.z. de Antonius û Octavian çûne Yewnanistanê. Ewna li wir bi kujdarên Julius Caesar Brutûs û Longinûs re hatine hembera hev û artêşa Romê ewna bin xistin û Brutus hat kuştin. Li pê vê re wan kontrola Împeratoriyê nav hev de parvekirin. Antonius Galiya, Hispania û Îtalya da Octavianius, Afrîka da Lepidus û bixwe çû Misirê ba berdila xwe Kleopatrayê.

Di wê wextê de reqîbê wanî herî cidî Sextus Pompeius bû. Wî Sîsîlya kontrol dikir. Di sala 39 b.z. de jî bi peymanekê re Octavian heta penc salan senatoriya wî ewleyî kiribû û desthildariya Sardînya, Korsîka, Sîsîlya û Peloponesê dabû Sextus. Di sala 38 b.z. de triumvîrat bo pênc salan dîsa hat dirêjkirin. Di 36 b.z. de Octavianus Sîcîlya dest xwe xist û rojavaya Împeratoriyê xiste bin serweriya xwe.

Antonius li Misirê bi eşkanîyan re ceng dikir. Lê ew bi Kleopatra ve di wan cengan de bêserkeftî dibû. Di wê demê de desteka Antonius a li Romê roj bi roj kêm dibû. Bi dawî di sala 32 b.z. de konsulitiya Antonius jê hat girtin û li hembera Misira Kleopatrayê şer hat îlankirin. Di şerên dirêj ên ko, yê herî girîng ê Şerê Aktiûmê re, navbera wan re Octavianus bi serkeftiya derket û Antonius mir û Kleopatra jî xwe bi marekî kuştin da. Bi vê serfiraziyê re ew cenga hindur a nêzî sed salî li Romê belavbûyî xelas bû. Wî heta mirina xwe komara Romê kargêr kir û di sala 14 b.z. de jî mir.

Di jiyana wî de ji hêla senatoyê inwana Augustus hatiye dan wî. Navê meha şeşem a salnameya Romê wek sextilis bû bo şanaziya wî wek augustus hat guhertin. Di sala 2. b.z. de jî inwana pater patriae (bavê welêt) hat dane wî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Augustus | Biography, Accomplishments, Full Name, & Facts". Encyclopædia Britannica. Retrieved 6 March 2018.
  2. ^ Luke, Trevor (2015). "Cultivating the memory of Octavius Thurinus". Journal of Ancient History. 3 (2): 242–266. doi:10.1515/jah-2015-0012. S2CID 164329002.