Pelopones

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pelopones
Pelopones ji ezmenê de
Pelopones di dema kevn de

Pelopones (bi yewnanî Πελοπόννησος, Pelopónnisos; bi yewnaniya antîk Pelopónnēsos) nîvgiravake li başûra Yewnanistanê ye.

Nav[biguherîne]

Nav bi gumanî ji figurake mîtolojîk Pelops, tê gotin ku lawê Tantalosbû, hatiye girtin. Navê duyem nesos jî tê mane girav. Yanê bi tunî; girava Pelops.

Hin deman ew bi navê îtalî Morea jî hatî bû navandin.

Erdnîgarî[biguherîne]

Girav an nîvgirav bû ne Pelopones nevebirî ye. Berê ew ji reşahiyê Yewnanistanê ve, reşahiyên li ser parzemîna Ewropayê, bi berzaxa Korîntê firehîye 6 km. bi wê ve gireda bû. Lê di 1893an de li ser wê kanala Korîntê hat çêkirin. Çiqas êdî ew ji reşahiya Yewnanistanê ve ne girêdayî ye jî ji bo kanalê çêkirîye ew hîn wek nîvgirav tê ditîn. Di 2004an de Pelopones bi pirayakê 2,2 km ve bi reşahiyê bingehî ve hat girêdan.

Pelopones li başûra nîvgirava Balkan e. Li rojavaya nîvgiravê Deryaya Ege, li rojhelat jî Deryaya Îyon heye.

Dîrok[biguherîne]

Pelopones dema mîkenan de, di 1100 b.z. de dawî bûbûn, navenda medenîyeta wan bû. Ew di dema yewnaniya antîk de di destên spartayiyan bû. Ji pê re Îskenderê Mezin ew dera dagir kir. Lê ew di 146 b.z. de kete destên Împeratoriya Romayê. Ew dera ji pê Romayê re kete destên Bîzansê û wek Morea dihat navendin. Di 1204an de li Sefera Xaçiyayê Çarê ew ji aliyê latînan ve hat dagîrkirin. Ew ji pê Bîzans şunda serxwe bû re şunda hundura xakên Bîzansê bû. Lê ew di sedsala 15'an de navbera Venedîg û Osmaniyan de diçû û dihat. Ew bi dawî di 1686an de kete destên Venedîgan û heta 1715an wek Morea di destên Venedîgan de ma. Paş serxwebûna Yewnanistanê re ew şunda dest yewnaniyan ket û ew şunda wek navê xwe yê antîk Pelopones hat navandin.

Girêdanên derve[biguherîne]