Avraham Tehomî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Avraham Tehomî, yekem fermandarê Irgûnê

Avraham Tehomî (* 1903 li Odessa; † 1990 li DYA) fermandar û damezrînerekî Irgûnê, yek ji kasayetiyên navdar ên têkoşîna siyonîzmê bû.

Koçberî, ji Rûsyayê tê Filistînê[biguherîne]

Bi navê "Silberg" sala 1903'yê li Odessa, Rûsyayê tê jiyanê. Sala 1923'yê bar dike Filistînê û navê Avraham Tehomî li xwe dike. Li Filistînê tevlî têkoşîna azadiya gelê cihû û bicihanîna armancên bîrdoziya siyonîzmê dibe. Dibe endamê partiya siyonîst-sosyalîst Hîstadrût û Haganayê.

Kujtina Jacob Israël de Haan[biguherîne]

Wekî eskerekî di bin fermandariya Îzhak Ben Svî dibe ku ew sala 1952'yê dibe serokwezîr.

Di 30'ê pûşperê 1924'ê de Tehomî, nivîskarê cihû Jacob Israël de Haan, li Orşelîmê dikuje, ji ber ku ew wê demê wekî rojnamevan dixebite û bala cîhanê dikişîne ser hatina kadroyên siyonîst bo herêmê û xetereyên bi xwe re tînin. Ev kujerî li Ewropayê bi tundî tê şermezarkirin.

Hagana û fermandariya Irgûnê[biguherîne]

Sala 1925'ê Tehomî dibe alîkarê fermandarê Haganayê yê herêma Orşelîmê, di nava salên 1929 - 1931'ê jî fermandar. Bi legal û îllegal li dijî dagirkeriya Brîtanyayê ya li herêmê têdikoşe. Herwiha li dijî hêzên ereban jî. Ew ji ber nakokiyan Haganayê diterikîne, û dibe fermandarê Irgûnê. Ewropa û DYA ji Irgûnê ne kêfxweş bûn, lewra li dijî wan jî têdikoşiya. Sala 1937'ê vedigere Haganayê, bi xwe re tenê 1500 endaman tîne, yên din wekî komikan bi rêbazên gorî gelekan terorî li dijî îngilîz û ereban şer dikin.

Mirin[biguherîne]

Tehomî piştî serxwebûna Îsraelê li DYAyê dijî û li wir sala 1990'ê jiyana xwe jidest dide.

Çavkanî[biguherîne]

  • Shlomo Nakdimon; Shaul Mayzlish: דה האן: הרצח הפוליטי הראשון בארץ ישראל‎ [De Haan: The first political assassination in Israel]. Tel Aviv: Modan Press 1985. OCLC 21528172. [bi zimanê hebrayî/îvrî/îbranî]