Azzi Memo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Azzi Memo bi navê rastî Mehmet Seyitoglu (jdb. 5 Tîrmeh 1994; Midyad, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) rapvanekî alman e ku bi eslê xwe Kurd e.

Azzi Memo
Navê jidayikbûnêMehmet Seyitoğlu
Jidayikbûn5ê tîrmeha 1994an (29 salî)
Midyat, Mêrdin, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PîşeRapvan
Salên çalak2017-salî
Etîketa qeydêAzzlacks
biguhêreBelge

Jiyan û kariyera wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seyitoğlu, di 5ê tîrmeha 1994an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê, li parêzgeha Bakurê Kurdistanê, di malbateke Kurd de hatiye dinê. Paşê tevî malbata xwe çû Almanyayê. Ew li Hanau, Hessenê mezin bû.

Cara yekem bi Ensar Albayrak ê ku bi navê Rapvanê kurd-alman Eno tê naskirin, strana 'AMG2' derxist. Wî bi vê stranê navê xwe çêkir. Di sala 2018an de, wî albûma xwe ya yekem a profesyonel bi navê 'Surf 'n' Turf' derxist û mîna bombeyek ket sûka rapê ya alman. Bi navên wekî Haftbefehl, Capo û Eno re xebitiye.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Surf ’n’ Turf (2018)
  • Gelato (2020)
  • Vibez ‘n’ Flowz (2021)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]