Benazir Bhutto
Ji Wîkîpediya
| Benazir Bhutto | |
Benazîr Bûtto (sala 2004)
|
|
| Rojbûn | 21ê Tirmehê 1953 |
|---|---|
| Cihê jidayîkbûnê | Keraçî |
| Roja mirinê | 27ê Berfanbarê 2007 |
| Cihê mirinê | Rawalpindi |
| Hemwelatî | Pakîstan |
| Eslê xwe | Urdu |
| Pîşe | Siyasetmedar |
Benazir Bhutto (bilêvkirina bi Kurdî: Bênezîr Buhto, bi Urdû:بینظیر بھٹو ') 21ê tîrmehê]] 1953 li Keraçî - † 27'ê berfanbarê 2007 Rawalpindi) siyasetmedar û serokwezîreka Pakistanî û seroka Partiya Gelê Pakistanê (Pakistan People Party anko PPP) bû. Di êrîşeke xwekujî de jiyana xwe jidest da.
Ew jina herî pêşîn bû li welatekê Îslamî dibû serokwezîr. Bênezîr du caran bû serokwezîra Pakistanê, cara pêşîn li 1988ê û cara duyê li sala 1993ê. Dema jibo caran pêşîn bûye serokwezîr,piştî 20 mehan ji aliyê serkomar Xulam Îshaq Xan ve bi tawanên berguman yên gendlî û fesadê ji karî hat ladan. Cara duyê jî piştî sê salan (li sala 1996ê) ji aliyê serkomar Farûq Lexarî ve bi heman tawanan hat ladan.
Bênezîr ji sala 1999ê heta sala 2007ê li derveyî Pakistanê li surgonê dijiya. Piştî vegeryanê wê bo welatî, ji aliyê hukmeta leşkirî ya serkomarê niha yê Pakistanê General Pervîz Muşerrefî ve kar û xebatên wê yê siaysî dihatin astengkirin. Ew carekê jibo çend rojan di mala xwe da hat bendkirin û mafê wê yê derkevtina ji mala xwe nebû. Li dawiyê jî, dema xwe jibo propagendeyên wan hilbijartinên giştî yên nû amade dikir ko biryar bû li 5ê Befirbara Paşîn a 2008ê bihatiban kirin bi êrîşeka xwekujîyê hat kuştin. Heta nehatiye zanîn ka bikujên wê kî in. Lê li ser daxwaza Serkomarê Pakistanê Pervez Musharraf ve ji polîsê Brîtanyayê hatiye xwestin ko lêkolînan liser wê bûyerê bikin. Partiya Bênezîrê, Partiya Gelê Pakistanê, dixwazit ko karkom anko komîteyeka navneteweyî lêkolînan bikit. Li goreyê ragehandinên destpêkî yên Polîsê Brîtanyayê polîsê Pakistanê piraniya şûnwarên rûdanê pakij kirine. Ev jî îhtîmala desttêdahebûna hukmeta Pakistanê di wê kiryara kuştinê da zêdetir dikit.
Bênezîr dot (keç) a mezin ya serokwezîrê ji-kar-ladayî yê Pakistanê Zulfeqar Elî Buhto ye. Babê Zulfeqarî jî Sir Shah Nawaz Bhutto bû. Bavûkalên Zulfeqarî ji Sindê û ji malbateka Şîa bûn. Dayka Bênezîrê, Begum Nusret Buhto ji Kurdên Pkistanê ye. Malbata Begum Nusretê jî Şîa ne.
Bênezîrê felsefe, siyaset û aborî li Zanîngeha Oksfordê xwîndine. Wê bawernameyek jî li Zanîngeha Harvardê wergirtiye.
Wê li Pakistaneke nûjen û xwedî demokrasiyeke rojavayî digeriya. Têkiliyên wê bi DYA û Ewropayê re xurt bûn. Bi kuştina wê re artêşa Pakistanê herçendî bi fermî şermezarkirinên xwe diyar kir jî, alîgirên Bhutto wekî berpirsiyar artêş dan nîşandan ûli seranser Pakistanê mîtîng û çalakiyên mezin lidarxistin.
|
|
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Benazir Bhutto hene. |