Bendava Bêrecûkê

Bendava Bêrecûkê

Bendava Bêrecûkê yek ji bendavan e ku di çarçoveya projeya GAP'ê de di sala 1999'an de li ber çemê Ferêt li bajarê Rihayê Bêrecûk hate avakirin.

Bendava Bêrecûkê ku perçeyeke projeya GAP'ê ye ji bajêr 9 km dûr e û di sala 1999'an de, gava lêkirina bendavê hatibû qedandin, bi bilindbûna ava çemê Ferêt bajarê kevnar ê romayî Zeugma daqultand. Çend mozaîkên ku hatin xelaskirin li Bêrecûkê, lê yên herî bi nav û deng jî li Dîlokê di Muzeya Mozaîkên Zeugmayê de peyda ne, wek mozaîka xwedayê çemê Acheloos.