Zeugma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zeugma (Tirkiye)
Zeugma
Cihê Zeugma li Tirkiyeyê.
Nîgarên dîwarê û mozaîkên erdê yên Zeugmayê

Zeugma (bi yewnanî: Ζεύγμα, "bajarê pir") bajarekî kevnar ê helenî ye ku pistre ket destê împeratoriya Romayê. Li hemberî Zeugmayê, dîsa li ber çemê Ferêt bajarê din ê kevnar Seleukia Apamea an jî Seleukeia peyda bû. Zeugma li nêzika gundê Belkis li ber çiyayê Belkisê hatiye avakirin (ku nêzika navçeya Bêrecûkê ye) û îro dikeve nav sînorên navçeya Belqîz (Nizib) a parêzgeha Dîlok. Ji ber ku Zeugma û Seleukeia di dema rêya îpekê navendeke girîng a herêmê bû, her du herêm ji ber aboriya xûrt bû bajarekî vîlayên antîk ku bi gelek mozaîkên bêhempa xemilandî bû. [1] Zeugma di cotmehê sala 2000'an de bi qedandina avakirina Bendava Bêrecûkê ji nû ve hate kisfkirin, lê pirraniya bajarê antîk kete bin avê.

Dîrok[biguherîne]

Zeugma di 3'mîn sedsala berî zayînê ji aliyê Seleukos I Nikator (Seleukos yekê serfiraz) li ew dera ku yekemîn pira Ferêt avakiribû hate damezirandin. Bi derbasbûyîna demê ev bajar her ku çû pêşket û wergeriya yek ji navendên herî girîng ên aborî û rêvebiriyê. Di bajarê ku ji aliyê lejyona romayî dihate parastin de nêzî 70.000 rûniştvan dijiyan. Bajar di sala 252 piştî zayînê ji aliyê sasaniyan ve hatibe saetandin jî, ji nu ve hate avakirin. Piştre bajar ji aliyê erdhejekê ve saetiya: beseke qota Belqîsê ket û navenda bajêr di bin xwe de hîst. Lewra pirraniya malên ku bin herriya erdhejê man zelalbûna xwe heya lêkolînên arkeolojîk ên sala 1999-2000'an parastin. Bajar ewqas pêşketî û rêxistî bû ku sîstema kanalîzasyonê avên qîrêj û yên baranê bi awayeke balkêş tala çemê dikir. Ev sîstem li gorî dema xwe xwediyê teknolojiyeke bi aqil bû. Di çarçoveya lêkolînên arkeolojîk ev sîstema kanalîzasyonê bi tevahî hate kisfkirin.[1]

Lêkolînên zanistî[biguherîne]

Mozaîka herî navdar a Zeugmayê: "Keça qerecî"
Axeloos li ser mozaîkeke helenîstîk a bajarê Zeugmayê
Dîmenek ji muzexaneya mozaîkan a Zeugmayê li Dîlokê

Li vê herêmê lêkolînên arkeolojîk cara ewil di sedsala 19'em de hatin kirin û di encamê de li dora Zeugmayê nekropolîs ('bajarên miriyan', goristanên kevnar) û mozaîkên cûda hatibûn dîtin ku îro li muzeyên Berlîn û Sankt Petersburgê ne. Di sala 1980'î de GAP'ê eskere kir ku wê li Bêrecûgê bendavekê avabikin.[1] Gava di sala 1989'an de Dr. Guillermo Algaze, profesorê Zanîngeha Chicagoyê çavlêgerînek li vê herêmê kir, bal kişand ku wê di demeke nêz de bendavek bê avakirin û bang li enstîtu û zanîngehên cîhanê kir ku bila werin lêkolînên arkeolojîk bikin. Lê mixabin ti enstîtu û zaningeh ser lê nexist. Serokê Muzeya Dîlokê Rifat Ergeç û asîstanê wî Mehmet Önal di sala 1994'an de dîsa bangeke lezgîn li arkeologên cîhanê kir û di heman demê de diyar kir ku wê bi alîkariya wezareta hunerê ya tirk lêkolînên arkeolojîk ên biçûk bên destpêkirin. Lê ji ber pirsgirêkên aborî enstîtuyên arkeolojîk û wezaretka hunerê ya tirk mecbûr man lêkolînên xwe rawestînin. Di sala 1995'an de wezareta derve ya Fransayê tevlî xebatên lêkolînê bû û alîkarî da arkeologa serkeftî Caherine Abadie-Reynal û elemanên wê yên ku heta sala 1999'an bi lêkolînên xwe yên zanistî berdewam kirin. Herwiha, di sala 2000'an de hemû bermahiyên Zeugmayê bi qedandina Bendava Bêrecûgê û bi bilindtirbûna ava Ferêt ketin bin av.

Di 7'ê gulana 2000'an de, nîv salek berî bin av ketina bajarê kevnar David Packard Jr., kurê damezrînerê Hewlett-Packardê, bi rêya rojnameya New York Timesê hînî xebatên Zeugma bû û bi awayeke lezgîn lêkolîneke derasayî organîze kir. Ji bo xelaskirina Zeugmayê wî hema şîrketeke îngilîzî ya bi navê Oxford Archaeological Unit (OAU) ku di bin rêveberiya Robert Earley bû, pisporên mozaîkê yên îtalyan û komeke fransî erkedar kir. Serokkomarê tirk Sezer, sewa ku zêdetir dem hebe, binavxistina Zeugmayê ji bo 10 rojan rawestand. 60 arkeolog, 200 karker û sê hilkolînerên nu tevlî xebatên xelaskirina Zeugmayê bûn û bi saya budceya 5 milyon dolar gelek bermahî hatin dîtin. Di encama lêkolînên ji hezîranê heta cotmehê 2000'î de 45 mozaîk - ku ji wan 22 bê zerar bûn - hatin dîtin.[2]

Êdî mozaîkên Zeugmayê li hemû cîhanê dengvedan û Zeugma ji aliyê zanistvanan wek "Pompejiyê duyem" bi nav kirin. Mozaîkên Zeugmayê heta sala 2011'an li Muzeya Dîlokê hatin pêşan dan û di gulana 2011'an de bi lêkirina Muzeya Mozaîkên Zeugmayê gihîştin muzeya xwe ya taybet.

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c In: Zeugma, eine antike Stadt verschwindet. (Zeugma, bajarekî kevnar winda dibe), arte, 2000
  2. Helmut Stalder:„Zeugma ist im Wassergrab versunken“ (Zeugma ketiye bin gotistana avî), Tages-Anzeiger, 14'ê mijdarê 2000

Pirtûk[biguherîne]

  • Jörg Wagner: Seleukia am Euphrat, Zeugma. Studien zur historischen Topographie und Geschichte. Reichert, Wiesbaden 1976, (Beihefte zum Tübinger Atlas des Vorderen Orients Reihe B 10, Şablon:ZDB), (Zugleich: Münster (Westf.), Univ., Diss., 1973).
  • David Kennedy: The twin towns of Zeugma on the Euphrates. Rescue work and historical studies. Journal of Roman Archaeology, Portsmouth RI 1998, ISBN 1-887829-27-X, (Journal of Roman Archaeology Supplementary Series 27).
  • Nezih Başgelen, Rifat Ergeç: Belkis - Zeugma, Halfeti, Rumkale - a last look at history. Archaeology and Art Publications, Istanbul 2000, ISBN 975-6899-70-0.
  • Robert Early: Zeugma. Interim reports. Rescue excavations (Packard Humanities Institute), inscription of Antiochus I, bronze statue of Mars, house and mosaic of the Synaristôsai, and recent work on the Roman army at Zeugma. Journal of Roman Archaeology, Portsmouth RI 2003, ISBN 1-887829-51-2, (Journal of Roman archaeology Supplementary series 51).
  • Catherine Abadie-Reynal: Séleucie-Zeugma et Apamée sur l’Euphrate. Étude d’un cas de villes jumelles dans l’Antiquité. In: Histoire urbaine 3, 2001, Şablon:ZDB, S. 7–24, Şablon:DOI

Girêdanên derve[biguherîne]

37°03′31″Bk 37°57′51″Rh / 37.05861°Bk 37.96417°Rh / 37.05861; 37.96417