Berberî (gel)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gundekî amazigh li geliyê Imlilê (çiyayên Atlas ên Jorîn)
Xelkê amazigh li Afrîkayê:
Beşa Tamazight
Beşa Taşelit (Tacelit)
Beşa Qebîlî (Teqbaylit)
Beşa Tûaregî (Tamceq [başûrî] û Tamahaq [bakurî])
Beşa Zenaga (Taznagt)
Beşa amazighên Waheya Siweyê (Tasawit)

Berberî an xelkê amazigh an jî imazighen gelekî li Afrîkaya Bakur e. Ji zimanên wan re jî berberî tê gotin. Navê berberî bê guman ji peyva yewnanî barbar tê. Li Romaya kevnare barbar ji bo gelên Afrîkayê dihat bikaranîn.

Dîrok[biguherîne]

Hîmê berberiyan ne vebirî ye. Li gorî Herodot dîroka xwe de nivisandî şûna niha berberî lê dijîn Nûmîd, Garament, Lîbyan hebûn. Dibe ku hîmê berberiyan ewna bin.

Ziman[biguherîne]

Berberî zimanê berberî diaxivin. Ew zimaneki malbata zimanên afro-asyayî ye.

Hin gelên Cezayir, Maroko û Tûnis berberî ne. Lê ji bo eraban ve teva hev bûna niha hindik gelên wan welatan berberî ne. Li Lîbya, Morîtanya, Misir, Nîjer, Çad û Maliyê jî berberî hene.

Çand[biguherîne]

Berberî gelekî maderşahî bûn. Berberiyan rojnameyeke xwe heye ya ku li sala 950 b.z. dest pê dike. Ew berwara ku şahekî berberiyan derbaza textê Bubastiyan li Misirê bûbû, Bubastîs kiribû paytextê dewletê. Yên ku di çolê de dijîn, ji wan re tuareg dibêjin.

Îroj berberî bi gelemperî misilman in.

Welatê berberî lê dijîn[biguherîne]

Yekûn: 20 milyon.

Hin berberiyên navdar[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]