Bersorik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bersorik, bûkesor
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Muscicapidae
Cins: Erithacus
Cure: E. rubecula
Navê zanistî yê latînî
Erithacus rubecula
(Linnaeus, 1758)
Binecure

7-10

Bersorik, sîngsor an jî bûkesor (bi latînî: Erithacus rubecula), cureyekî mêşgiran (Muscicapidae)e ku dengxweş û fîkar e.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bersoirkekî ciwan

Dirêjiya bersorikê nêzî 14 cm. Serê wî û pişta wî rengê qehwe û hinekkî gewr, nava wî spiyê berzere, sîng û serçavê wî jî sor e. Çavên wî jî reşê tarî ye.

Belavbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bersorik li Ewropa û bo milê rojhilat heta rojavaya Sîbîrya û joriya Îranê, têjikan diînte der. zivistana xwe, li joriya rojavaya Îranê û jorîya Îraqê (Kurdistanê) diborînit.

Reftar û hawidor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pênc hêkan di hêlînê de
Cuculus canorus + Erithacus rubecula
Strana 1
Strana 2
Besorikekî distre

Li daristanan û baxçeyan dijîn. li kurdistanê, ji nîva meha Çiriya pêşîn pê de heta dûmahiya meha Avdarê, xweş di nav bîstan û baxçe û terraş û daristanan de tê dîtin. Hêlîn ji aliyê mêyê ve, li ciyên wek qul, derz, heyta çaydan û solên avêtî, li her ciyî dihê çêkirin.

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di navbera 4-6 hêkan dikin. Salê 2 caran qurp dikevin, lê carinan ev derdikeve 3 û 4'an jî.

Parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bersorik kêzik, kurmik û nemovikdaran dixwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ BirdLife International (2004). Erithacus rubecula. 2006. IUCN Red List of Threatened Species. IUCN 2006. www.iucnredlist.org. Retrieved on 12 May 2006.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]