Beyaban
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Beyaban an çol an çolistan an jî şorezar herêmên ziwa û bêgiya ne ku li salekê zêdeyî 100-250 mm baran lê nayê. Li dora 22% ji rûberê Erdê beyaban e.
Mirov çend cureyên beyabanan ji hev cihê dike: beyabanên germ, beyabanên ku zivistanên wan sar in û beyabanên sar ên Arktîk û Antarktîkayê.
Beyabana germ a herî mezin a cîhanê Sahara ye. Li dora neh milyon km² ye.