Biraşka îskender
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Biraşka îskender, îskenderkebab, kebaba îskender, kebaba bimast, kebaba bosnayî navê biraştinek goştê, ango kebabekê ye.
Tê gotin ku li bajarê Bursa ya Tirkiyeyê, bi navê Îskender kebabfiroşekî bi eslê xwe ji bosnayî (ango gelê Bosniya û Herzegovînayê) ye, ev xwarin derxistiye. Bi texmînî ev xwarineke balkanî ye, nehatiye vedîtin lê dibe ku li Tirkiyeyê, cara pêşîn li Bursayê hatibe firotin.
Ew jî wekî donerê di gergeroka qinc (emûdî, çikbejnî) de li şîşê tê xistin, di agirê komirê de tê pijandin. Her ku pijiya tê jêkirin û bo destexaneyê tê amadekirin.
Li ser nanê patîle tê raxistin, bi mastê çelqandî, rûnê nivîşkî û sosa firingiyê tê xwarin.
Girêdanên derve [biguherîne]
- Aşxaneya bi heman navê ya li Tirkiyeyê (bi zimanê romî/tirkî ye)
- "Eine Portion Kultur bitte! - Ji kerema xwe re porsiyonek kûltûrê!" Spiegel Online