Mast

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mastê herêma Amedê
Mast

Mast an qatix xwarineke herî kevin a mirovan e, ku ji dema hînbûna xwedîkirina ajalan maye. Mast ji şîrê kelandî ku havên ketiye nav çêdibe.

Mastê tirş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mastê ku zêde av tê de hebe û li cihekî germ were hilanîn, zû tirş dibe. Sedama vê yekê Bakterî ne. Bakterî ji nav havênê ku mast dimeyinîne tên. Heke ew bakterî tune bin, jixwe şîr nabe mast. Ew bakteriyên baş in. Lê, dema ku ew bakterî pir zêde dibin, çêjeke nexweş didin mêst û tirş dikin. Heta, dema ku pir zêde dibin, ji tevgera wan mirov bi çavên xwe jî dibîne ku mast peqpeqokan dide.

Parzinandina mast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê mast xwarineke bingehîn e. Lê dema ku mast tirş dibe, nema tê xwarin. Ji lew re, koçer û gundiyên kurd, ji kîsikên xas parzûn çêdikirin û mast bera hundir wan parzûnan didan. Dûvre ew parzûn bi derekê ve dadiliqandin. Piştî demekê ava mast dadiwerivî û mast ziha dibû. Ji ber ku av di hundir mast de nedima, bakterî jî nema dikaribûn zêde bûbûna. Dema bakterî zêde nebûna, mast jî çêjeke tirş nedida.

Başiyên mast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku mast ji gelek nexweşiyan re dibe.