Biryan (xwarin)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Biryan, xwarineke bigoşt ji pêjgeha kurd e. Li herêma Botanê, bi taybetî li parêzgehên Sêrt, Bidlîsê navdar e.

Çêkirin[biguherîne]

Ji goştê berxê ye. Berxik bi saxî ye, lê hundirê wê hatiye valakirin. Hundirê berxê yan vala yan jî gorî daxwazê ji têkela biharat, riz, pîvaz ûêd tê dagirtin û dirûtin. Li hin deveran bêî dirûtinê dixin tendûra devgirtî.

Li gundan erdê dikolînin û cendegê berxê yê hundirvalakirî, bi saxî binerdî dikin, ser wê bi qasî 2-3 cmyê ji axê yan heriyê por dikin. Bi agirê daran tê pijandin. Huner ew e, biryan di nava hilma xwe de di keysa xwe de bê pijandin. Kêm zêde 2 katjimêr dipijînin.

Li hin deveran pêyên berxê jêdikin, ji xeynî hestiyê movikê yên din hemiyan dertînin.

Li bajaran teknîka pijandina biryanê hatiye guhertin. Niha tendûrên taybet bo pijandina biryanê hene. Niha risteyên goşt bi çengelan ve tê dardekirin û wan bi wê awayê dixin tendûrê û devanga tendûrê ji bo hilm derneke derve, kîp dikin.

Pirranî bi havînan tê xwarin lewra berê li Kurdistanê zivistanan kolandina erdê di bin berfê de dijwar bû.

Goştê biryanê yê bêhestî tê ristekirin û pirranî bi nanê patîleyê ve tê xwarin. Beriya bixwin tê xwêkirin û bi qasî 2-3 katjimêran didin sekinandin, dakû çêja xwe bigire. Lê ev ne mecbûrî ye.