Braille

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Braille
Welat
Dema avabûnê
  • 1824 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Braille ("Brayl"), sîstema Braille, alfabeya koran, nivîsa bi xalên berz, nivîsa astengdarên çavan, sîstemeke nivîsandin û xwendinê ya taybet ji bona kêmbîn û kor û nebînayan e ku bi alîkariya hestê destlêdanê û serê tiliyan tê xwendin.

Sîstema Braille di 1829an de ji aliyê mamosteyê fransî Louis Braille ve hate çêkirin. Ew bixwe gava sê salî dibû kor bû. Di 10 saliya temenê xwe de wî li Xwendegeha Nebînayên Ciwan (Institution des Jeunes Aveugles) li Parîsê dest bi xwendinê dikir. Di 1826an de ew bû mamosteyê Xwendegehê, piştre di 1829an de sîstema nivîsa Braille, alfabeya ji bona kêmbîn û nebînayan, pêş ve bir.

Bingehên sîstema nivîsa Braille[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her herfa alfabeyeke asayî di sîstema Braille de xaneyek e. Xaneya Braille ji çargoşeyeke biçûk pêk tê û tê de şeş xalên berz hene, du hêlên stunî û sê hêlên panî. Li her hêleke stunî cihê sê xalên berz heye, li her hêleke panî jî cihê du xalên berz heye. Her xal bi hejmarek xuya dike ji bona hêsankirina hînbûna vê sîstemê; li aliyê çepê ber bi jêrê 1, 2 û 3; li aliyê rastê ber bi jêrê 4, 5 û 6. Bi vî awayî, mirov dikare heya 64 hêmayên cuda çêbike.[1][2]

Tîpên sîstema nivîsandina Braille di hemû zimanan de bi heman awayî tên wergerandin û ji aliyê çepê ber bi rastê tên xwendin (alfabeyên Braille ya erebî û kurdiya soranî û hwd jî).

Alfabeya Braille ya navneteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovarên bi Braille li pirtûkxaneyeke giştî li Washington DC (DYA)

Xaneyên bingehîn A-J û hejmarên 1-9 û 0 di alfabeya Braille de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîpên bingehîn ên sîstema Braille A-J ne û bi alîkariya xalên 1, 2, 4 û 5 tên nîşandan.

Xaneyên K-T[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deh tîpên bi dû de, K-T, wek deh tîpên bingehîn in, bi lêzêdekirina xala 3.

Xaneyên U-Z[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pênc tîpên dawî jî wek yên bingehîn in û bi du xalên berz ên 3 û 6.

Sîstema bingehîn a nivîsa Braille[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alfabeya Braille ya navneteweyî
(li ser bingeha alfabeya zimanê fransî çêkirî ye)
a/1 b/2 c/3 d/4 e/5 f/6 g/7 h/8 i/9 j/0
k l m n o p q r s t
u v x y z w

Bikaranîna sîstema Braille di zimanê kurdî de û ber bi alfabeya Braille a yekgirtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Başûrê Kurdistanê (Iraq)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor amarên Komeleya Nabînayan li seranserê Herêma Kurdistanê 6.500 û li parêzgeha Dihokê 1.250 kêmbîn û nebîna hene. Li Hewlêr û Silêmaniyê çapxaneyên hikûmî hene pirtûkên bi Braille ji bona nabînayan çap dikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê (Îran)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rojhilatê Kurdistanê, li zanîngeha Kurdistanê, alfabeya standard a Braille ji bona zimanê kurdî hatiye çêkirin.[3]

Elfubêtî Brayl, alfabeya Braille ya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê
Di destpêka peyvê de
li ber dengdêran.
Taybetmendiya alfabeya
Braille a kurdî ye.
a b p t d c ç x
r rr z j s ş ' f v
q k g l ll m n h w û
Nayê
nivîsandin
o î i ê e

Wek mînak:

Hejmar di alfabeya Braille a kurdî de
⠼ (braille pattern dots-3456)⠁ (braille pattern dots-1)
1
⠼ (braille pattern dots-3456)⠃ (braille pattern dots-12)
2
⠼ (braille pattern dots-3456)⠉ (braille pattern dots-14)
3
⠼ (braille pattern dots-3456)⠙ (braille pattern dots-145)
4
⠼ (braille pattern dots-3456)⠑ (braille pattern dots-15)
5
⠼ (braille pattern dots-3456)⠋ (braille pattern dots-124)
6
⠼ (braille pattern dots-3456)⠛ (braille pattern dots-1245)
7
⠼ (braille pattern dots-3456)⠓ (braille pattern dots-125)
8
⠼ (braille pattern dots-3456)⠊ (braille pattern dots-24)
9
⠼ (braille pattern dots-3456)⠚ (braille pattern dots-245)
0
⠼ (braille pattern dots-3456)
Xaneya nîşana hejmaran e,
taybetmendiyeke alfabeya
Braille a kurdî ye.

Wek mînak:

Li Rojavayê Kurdistanê (Sûrî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor malpera Rûdawê, ciwanekî xelkê Kobaniyê yê bi navê Rêzan Salih ê ku alfabeya kurdî ya latînî bi sîstema Braille afirandibû.[4]

Li Bakurê Kurdistanê (Tirkiye)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2020an de Komeleya Lêkolînên Kurdî û Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê kursên kurdiya kurmancî bi Braille ji bo astengdarên çavan bi awayê online (li ser înternetê) hatine çêkirin.[5]

Alfabeya Braille a tirkî û bi tîpên kurdî
⠁ (braille pattern dots-1)
a
⠃ (braille pattern dots-12)
b
⠉ (braille pattern dots-14)
c
⠡ (braille pattern dots-16)
ç
⠙ (braille pattern dots-145)
d
⠑ (braille pattern dots-15)
e
⠋ (braille pattern dots-124)
f
⠛ (braille pattern dots-1245)
g
⠣ (braille pattern dots-126)
ğ /
⠓ (braille pattern dots-125)
h
⠔ (braille pattern dots-35)
ı / i
⠊ (braille pattern dots-24)
i / î
⠚ (braille pattern dots-245)
j
⠅ (braille pattern dots-13)
k
⠇ (braille pattern dots-123)
l
⠍ (braille pattern dots-134)
m
⠝ (braille pattern dots-1345)
n
⠕ (braille pattern dots-135)
o
⠪ (braille pattern dots-246)
ö
⠏ (braille pattern dots-1234)
p
⠗ (braille pattern dots-1235)
r
⠎ (braille pattern dots-234)
s
⠩ (braille pattern dots-146)
ş
⠞ (braille pattern dots-2345)
t
⠥ (braille pattern dots-136)
u / û
⠳ (braille pattern dots-1256)
ü / u
⠧ (braille pattern dots-1236)
v
⠽ (braille pattern dots-13456)
y
⠵ (braille pattern dots-1356)
z
⠀ (braille pattern blank)
 
⠌ (braille pattern dots-34)
ê
⠟ (braille pattern dots-12345)
q
⠺ (braille pattern dots-2456)
w
⠭ (braille pattern dots-1346)
x
Xalbendiya Braille a tirkî û kurdî
⠄ (braille pattern dots-3)
'
⠂ (braille pattern dots-2)
,
⠆ (braille pattern dots-23)
;
⠒ (braille pattern dots-25)
:
⠲ (braille pattern dots-256)
.
{⠆ (braille pattern dots-23)⠲ (braille pattern dots-256)⠲ (braille pattern dots-256)⠲ (braille pattern dots-256)
...
⠖ (braille pattern dots-235)
!
⠦ (braille pattern dots-236)
?
⠤ (braille pattern dots-36)
-
⠀ (braille pattern blank)
(tûşa valahiyê)
⠶ (braille pattern dots-2356)...⠶ (braille pattern dots-2356)
( ... )
⠦ (braille pattern dots-236)...⠴ (braille pattern dots-356)
“ ... ”
⠤ (braille pattern dots-36)⠤ (braille pattern dots-36)
(jêgirtin)
⠜ (braille pattern dots-345)⠜ (braille pattern dots-345)
(helbest)
⠰ (braille pattern dots-56)⠦ (braille pattern dots-236)
·
⠰ (braille pattern dots-56)⠒ (braille pattern dots-25)
/
⠰ (braille pattern dots-56)⠢ (braille pattern dots-26)
+
⠰ (braille pattern dots-56)⠤ (braille pattern dots-36)
-
⠰ (braille pattern dots-56)⠶ (braille pattern dots-2356)
=

Alavên alîkariyê ji bona nivîsa Braille[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.researchgate.net/publication/325430375_systtmy_brayl_lt_zmany_kwrdyda
  2. ^ "Rêzenivîsa Perwerdeya Taybet – Nekanyarên Dîtinê". ÇandName. 13 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 12 adar 2024.
  3. ^ "Braille alphabet for Kurdish language". Iranian Kurdistan Human Rights Watch (bi îngilîziya amerîkî). 10 kanûna paşîn 2021. Roja gihiştinê 12 adar 2024.
  4. ^ "Ciwanekî Rojavayî Kurdî bi ser sîstema Braillê ve zêde kir". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 12 adar 2024.
  5. ^ "Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo astengdarên çavan qursa Kurdî a online vekiriye". bianet.org. Roja gihiştinê 12 adar 2024.