C. V. Raman

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
C. V. Raman

Bharat Ratna Sir C. V. Raman (Chandrasekhara Venkata Raman, tamîlî: சந்திரசேகர வெங்கடராமன்; * 7'ê sermawezê 1888 li Trichinopoly; † 21'ê sermawezê 1970 li Bangalore) fîzîknasekî navdar ê Hindistanî bû. Sala 1930Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

[biguherîne] Jiyan

Bavê wî jî akademîsyen bû. Di dema perwerdeya xwe ya zanîngehê de di wezareta aborî ya Hindistanê de dixebite. Li laboratûarên fermî yên li Kolkatayê derfeta lêkolînan dîbîne. Sala 1917'î dest bi dersên fîzîkê li zanîngehê dike. Sala 1933'î dibe profesor û dest bi xebatê li Enstîtuya Zanistî ya Bangaloreyê dike.

Sala 1926kovareke fîzîkî dertîne û birêvebiriya wê dike. Biraziyek wî Subramanyan Chandrasekhar jî di sala 1983'î de heman xelatî digire.

[biguherîne] Xebat û girîngiya Raman

Li ser cîhana tîrêjan lêkolînên zîrekî kiriye. Bi navê Erka Raman prînsîbekî wî heye. Dîsa bi navê Ramanspektroskopî rêbazeke lêkolînên molekûl û fîzîka parçeyan çêkiriye. Ev rêbaz ji bo binavkirin û kategorîzekirina materyalan gelek bikêr e. Wî ji bo xebatên li ser dîfûzyona tîrêjan Xelata Nobel wergirtiye. Sala 1954'î nîşana Bharat Ratna wergirtiye.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din