Cibran Xelîl Cibran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Cibran Xelîl Cibran (portreya xwe bi xwe ya çêkirî li dor sala 1911'an)

Cibran Xelîl Cibran an Khalil Gibran an jî Kahlil Gibran (z. 6'ê rêbendanê, 1883 - m . 10'ê avrêlê, 1931) nivîskarekî libnanî-amerîkî yê bi nav û deng e.

Jiyan[biguherîne]

Cibran li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat dinyayê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de - sala 1895an - koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.

Di 14-saliya xwe de ew bi tenê vegerî Libnanê daku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta bike. Li wir zimanê spehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.

20 salê jiyana xwe ya dawî li Emerîkayê derbaskir û li wir dest bi nivîsîna îngîlîzî kir. Fîlozofê emerîkî yê eslê xwe ji Lûbnanê nivîskarê ceribandin û romanê, helbestvan û wênasaz Xelîl Cibran 10'ê nîsana sala 1931'ê de mir.

Berhem[biguherîne]

Cibran ji aliyê bi mîlyonan kesên bi erebî diaxivin, tê naskirin û navûdengê wî ji Rojhilatê Nêz heta deverên dûr belavbûye. Helbestên wî zêdetirî 20 zimanan hatiye wergerandin û tabloyên wî li bajarên herî mezin yê cîhanê hatine nîşandan.

Li dema jîna xwe ew herî zêde wek nîgarkêşek portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cîhanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.

Berhemên wî yên wergerandî bi zimanê kurdî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]