Helbest

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Helbest an jî şiîr di edebiyatê de beşek girîng e; ku di edebiyata kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e.

Helbest çi ye?[biguherîne]

Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî[Nîşe 1] ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.

Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş[Nîşe 2], sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin[Nîşe 3] zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî[Nîşe 4] e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.

Kesên ku helbestan dinivisînin re jî helbestvan an jî şaîr tê gotin.

Cureyên helbestê[biguherîne]

Helbesta epîk[biguherîne]

Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta epîk. Minaka helbesta epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e. Der birina hesta xwe bi ziman an ku bi nivîs jê re dibêjin helbest. Her neteweyek ji xwe xwediyê helbestan e. Helbestên sê xişte anku sê qadeyên xasmaniu û taybei ye kurdan in[çavkanî pêwîst e].

Helbesta lîrîk[biguherîne]

Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk[çavkanî pêwîst e].

Helbesta dîdaktîk[biguherîne]

Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî, an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta dîdaktîk hînker e[çavkanî pêwîst e].

Helbesta felsefî[biguherîne]

Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin[çavkanî pêwîst e].

Helbesta dramatîk[biguherîne]

Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê helbestên dramatîk tên bi navkirin[çavkanî pêwîst e].

Lîsteya pirtûkên helbestan[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Nîşe[biguherîne]

  1. edebî
  2. xeyal
  3. îfade
  4. melodîk