Dep

Navçeya Depê
Karakoçan
Dîmenek ji navenda bajarê Depê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Dep

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 88 gund

Gelhe (2008) 30.338[1] kes
Rûerd 1.085[2] km2
Berbelavî 28 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2012) 13.140 kes
Koordînat 38°57′8″Bk 40°2′13″Rh / 38.95222°Bk 40.03694°Rh / 38.95222; 40.03694
Bilindayî 1.090 m
Koda postayê 23600
Koda telefonê (+90) 424
Dep li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dep
Dep
Dep (Tirkiye)

Dep (bi tirkî: Karakoçan) girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Reya ku ji Elezîzê tê û aliyê Çewlîgê heya Wanê diçe, ber Depê rê derbaz dibe. Dema hîna bajêr biçûk bû va reya bajêr 4 km dûr bû. Lê niha bajer berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cî û tixûbên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya Depê

Sînorên Depê li bakur bi Gêxiyê ve, li rojava bi Mêzgirtê ve, li başûr bi Qowanciyan re û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1.085 km² ye û bajêr ji rûyê avê 1.090 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pir germ û ziwa, zivistanên jî sar derbas dibe.

Herêma ku bajêr di tê de ye bi Kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxiyê bû û di sala 1936'î de bûye bajêrok navçe. Berê bajêrokbûna Depê melbenda Çanê girêdayî Gêxiyê, melbenda Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê melbend bi navê bî Tirkî Karakoçanê dibe bajêrokê Xarpêtê

Çiya û çem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo (1.594 m) û Dîyarê Gazê (1.690 m) bilind dibin.

Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.

Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.

Aborî û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]