Destana Gilgamêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nivîsara orijînal a destana Gilgameş

Gilgameş Serhatiya miriniyê ya di Mîtolojiya Mezopotamya kevin de ye. Ev mîta Sumerî, ji aliyê şahristaniyên Akad, Babîl û Asûriyan ve jî hatiye nivîsîn û bawer kirin.

Destana Gilgamêş destaneke navdar a Rojhilata Navîn e ku berî Îsa hatiye nivîsîn. Destan li ser çermê Xezalan hatiye nivîsîn.[çavkanî pêwîst e] Faris îdia dikin Destana Gilgamêş bi di bingeha xwe de bi farisî ye, lê kurd jî îdia dikin ku di bingeha xwe de bi kurdî ye. Ji ber ku farisî û kurdî du zimanên Hint Ewropî ne û nêzî hev in, ev nîqaş jî bi salan e naqede.[çavkanî pêwîst e]

Şeweyekî berfereh ya vê serhatiyê (mîtê) di nivîseke Akadî de heye, ku ev nivîs ji pirtûkxaneya Assûrbanipal li Nînovayê ye. Gilgameş ku ji sê para didu xweda ye û ji sê para yek mirov e, li ser welatiyê xwe li Urûkê desthilat e. Ji ber xwesteka mirovan, xwedayan weke hêza ku li dijî wî be Enkîdû afirand. Enkîdû dehbeyek e ku laşê wî bi pirç e û bi lawiran re dijî. Piştî têkiliyên wî bi rahbikekê re, nêzîkî şêweyên jiyana şahristanî dibe, „dibe mirov“. Paşê Gilgameş wî vedixwîne şerekî, di vê pevçûnê de herdu jî bi ser nakevin û dibine hevalên hev û din. Paşê herdu bi hev re karên mêranî dikin. Herdu diçin Humbaba dikujin. Humbaba dehbeyekî çiyayên Zagrosê ye. Piştî ku herdu heval vedigerin Urûkê, Îştar xwedaya jin (di nivîsên beriya Akadê de navê wê weke „Înanna“ hatiye nivîsîn) ji Gilgameş dixwaze ku bibe mêrê wê, lê Gilgameş ev xwesteka wê bi pozbilindî bi paş ve vegerand. Îştara hêrs bûyî, „gayê ezmanan“ dişîne şerê wî, lê Gilgameş bi alîkariya Enkîdû wî gayî dikuje.

Xweda biryara kuştina Enkîdû didin ji ber ku tevil kuştina "Humbaba" û "gayê ezmanan“ dibe. Qedera Enkîdû dihêle ku Gilgameş ji rastiya mirinê haydar bibe û êdî dikeve ser gera li pey sirra jiyana bê dawî. Ew ji ava mirinê dibore, ji bo ku „Utnapîştîm" bibîne. Wî bi tenê heta hingî bêmirinî peyda kiribû. Ew jê re behsa giyayê bêmiriniyê di binê deryayê de dike. Gilgameş bi kelekvanê Utnapîştîm re diçe û wî giyayî dibîne, lê beriya ku karibe ji giyê bixwe marek tê û giyayî direvîne (ji ber vê yekê mar dikare xwe ciwan bike, dema kirasê xwe diguhere). Paşê Gilgameş vedigere Urûkê û bajarê xweyî gelekî xweş nişanî kelekvanî dike.

Helbestvan Kawa Nemir ev kevintirîn dastana cîhanê wergerandiye zimanê kurdî. Ji aliyê din ve rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgulşanoya bi navê Gilgameş (ji aliyê Orhan Asena ve hatiye nivîsîn) wergerandiye Kurmancî.

Jêder[biguherîne]

  • Willis, Roy; Mythen der Welt, Munix 1998
  • van Dijk, Jan; Sumerische Religion, in: Jes P., Asmussen und J.Laessoe (hrsg.): Handbuch der Religionsgeschichte, Bd. 1, Göttingen 1971, s.449
  • Gray, John; Mythologie des Nahen Ostens, Wiesbaden 1975

Girêdanên Derve[biguherîne]