Kawa Nemir
Kawa Nemir (*1975 li Îdirê) helbestvan û wergêrekî kurd e.
Kawa Nemir di sala 1975'an de, li Kurdistana Bakur, li bajarê Îdirê ji dayîk bû. Helbestkar, wergêr û edîtor e. Di 2004'an de, Weşanxaneya Bajar damezirand, piştî çapkirina çend pirtûkên werger û telîf, weşanxane feramoş kir. Nêzîkî heft salan edîtoriya kovarên mehane yên wêjeyî, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir.
Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknûsên îngilîz , îrlandî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî. Li gor daxwiyaniyên Kawa Nemir bi xwe, wî ji sê hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Kawa Nemir heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.
Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e. Kawa Nemir niha Weşanên Lîsê de editoriyê dike.
Berhem [biguherîne]
- Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, werger, 2000, Weşanên Jiyana Rewşenê, Stenbol
- Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, werger, 2003, Weşanên Sî, Stenbol
- Selpakfiroş, helbest, 2003, Weşanên Rewşen-Nameyê, Stenbol
- Pêşengno! Lo Pêşengno! (101 helbest), Walt Whitman, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
- Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê, T. S. Eliot, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
- Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
- Sisli Şehir, Jan Dost (wergera romana bi navê Mijabad ji kurmancî bo tirkî), roman, werger, 2005, Weşanên Beybûnê, Enqere
- Bîşenga Deşta Dûr, helbest, 2006, Weşanên Lîs, Amed
- Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, werger, 2008 (Li gel Lal Laleş), Weşanên Lîs, Amed
- Salname, helbest, 2009, Weşanên Lîs, Amed
- The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, werger, 2010, Weşanên Lîs, Amed
- Çavdêriyên Barbarekî, çîrok, 2011, Weşanên Lîs, Amed
- Bêdengî û Tiştên din, Helbest, 2012 Weşanên Lîs, Amed
Girêdanên derve [biguherîne]
- Hevpeyvîna Maşallah Dekak bi Kawa Nemir re