Zazakî

Ji Wîkîpediya

  Zazakî
Zazakî, Dimilkî, Kirmanckî
 
Welat Tirkiye, Kurdistan, Ewropa
Hêrem/Navçe Rojhilata Navîn
Hejmar Zimanaxêvan Navbera 2.500.000 û 3.500.000
Rêz 183
Tîpolojî Tîpên Latînî, Erebî
Rêz bi Zimanmalbat
Hînd û Ewropî
Hînd-Îranî
Zimanên îranî
Zimanên îraniya Rojava
Bakûrê Rojava
Zazakî
(Rêz SIL - hesankirin)
Rewşa fermî û kodên ziman
Zimanê fermî ya -
Bi rêxistin Enstitüyê Zazaki (Frankfurt)
ISO 639-1 -
ISO 639-2 zza
ISO/DIS
639-3
zza
SIL Zazaki
Bibînin  : ziman, listeya zimanan, koda rengan


Zazakî (yan jî Dimilî, Kirdkî, Ginî, Kirmanckî) yek zaravên kurdî li Bakurê Mezopotamyayê.

Gorî hinde fîlologên rojavayî jî Dimilkî ne zarave, lê zimanake Kurdî ye. Ango gorî wan her zaraveyekî Kurdî bi serê xwe zimanekî ye û mirov ji bo Zimanê Kurdî divê bêje "Zimanên Kurdî".

Di warê zanistî de jî nêzîkbûnên cihê hene. Mirov dikare bi pîvanên xwerû zimanzanî nêzîk bibe, an jî li gor pîvanên civakî û zimanzanî bi hev re. Kesên ku zimên ji civakê bi tevahî îzole dikin mêyla wan ew e Zazakî weke zimanekî serbixwe nîşan bidin. Kesên ku zimên weke endakî zînde yê civakî dinirxînin, mêylan wan ew e ku divê civaka axaftvanên vî zimanî xwe çawa bi nav dike, nasnameya wê û zimanê wê jî weha be). Bajarên ku li wan zazakî tê axaftin Dêrsîm, Sîverek, Elezîz, Erzingan, Çewlik, Aqseray, Varto, Xunis û Amed in. Li derdora 3-4 milyon kesên ku xwe wek Zaza, Dimilî yan jî Kirmanc dibînin, hene.

Zazakî, zimanê îranîya bakûrê rojawanî ye. Gora Lecoq û Gippertî Zazaki bi Belûçî, Goranî û Sengserî dikeve binkoma zimanên "Hyrkan"î (Gurgan); Kurdî jî bi Sîwendî dikeve binkoma "Karman"î. Ziman û zaravekên Xezerî li bakûrê İrên di mintiqa zerya Xezerî de, wekî Talişî, Mazenderanî, Simnanî,Tatî (Herzendî), Gîlekî ûyd. nêzik e. Ji ber vê nêzikbûnê û gora tarîxzên Wladîmîr Mînorsky, zaza ji herêma Deylemê (Dîlaman) di sedsala 9. an jî 10. hatine welatê xweyê îroyî rojhilatê Anadoliyê. Navkirina zazayan "dimilî" jî ûsa bawer dibe ku ji "Deylem" tê. Ji aliya Ermeniyan Zaza "Dilmîk" jî tên navkirin.

Ji aliya tarîxê zimên zazakî zêdetirîn bi zimanê Partî nêzikî nişan dide. Yanê, zazakiya wî demê Partiyê ra pirr nêzik bûye, labelê Partîya ku hat nivisandin, bi xwe nebûye. Lo halê îro jî zazakî ji hêla gramer û peyvan, misal sazkirina demê nihayîn û gelek jî guharina dengên îraniyên kevn xwe kefş dike.

Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda jî binavdikin. Li herêma Qoçgîrî û Sêwasê mirov ji zimanê xwe re dibêjin Dimilkî an jî Zazakî, ji xwe ra jî dibêjin Zaza an jî Ma= "em". Li herêma Dêrsîmê ji xwe re dibêjin Kirmanc û ji zimanê xwe re jî Kirmanckî. Li herêma Çewlîkê Kird û Zaza û ji zimanê xwe re zêdetir Zazakî an jî Kirdkî, li herêma Sêwêrekê ji zimanê xwe re dibêjin Dimilî. Li Herêma Xunis, Varto, Çewlîk jî gelê widerê ji xwe ra dibêje Şarê Ma 'gelê me', zimanê xwe ra jî dibêje Zonê Ma 'zimanê me'. Zaza yan Zazakî binavkirineke zêdetirîn e. Ango kesên ku zazakî diaxivin, zêdetir xwe bi vî navî binavdikin.

Tabloya Naverokê

Cihê Zazakî nav zimanan

Zazakî û Zimanên îranîyên din  (Zanîngeha Frankfurtê) [1]
Zazakî û Zimanên îranîyên din (Zanîngeha Frankfurtê) [1]

Ser cihê Zazakî nav zimanan du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêje ku zazakî yek ji zimanên îranî ye. Berî sed salê Îranistê Elman Oskar Mannî îsbat kiriye ku Zazakî, mîna Goranî, zimanekî serxwe ye û ne zaraveki Kurdî ye. Ji ber vê yekê heta îro jî li îlmê zimanan û İranololojîyê Zazaki êdî zimanek qebûl dibe. Çi heye ku, li siyasetê Tirkiya û Kurdistanê Zazakî ji aliya welatparêzan wekî zaravekî Kurdî tê hesibandin. Labelê heta niha keseki isbat nekiriye ku Zazakî çima zaravek e.

Heta niha ji Osman Mann û Karl Hadanki xeyr, di sala 1985 ji Universita Michiganê (USA) Terry Lynn Todd "A Grammar of Dimli (Also known as Zaza)", Dr. Ludwig Paul ji Universita Giessenê (Eleman; niha li Universita Hamburgê ye) û Dr. Zülfü Selcanî ji Universita Berlînê ser zazakî kitêb der anîne. Hinek zimanzanên mîna kurdolog Prof. Dr. D. MacKenzie ji Universita Giessenê, uzmanê zimanên Hind-Ewropa Prof. Dr. Jost Gippert ji Universita Frankfurtê jî li ser zazakî meqale nivisandine û lêkolîn jî çê kirine.

Her wiha, li gorî gelek kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye.

Li sala 2004 Frankfurt de Enstitûya Zazakî hat çêkirin.

Devok

Zazakîya bakur, navîn u başûr
Zazakîya bakur, navîn u başûr

Kirmanckî an zazakiya bakur

Li herêma Dêrsîmê ji xwe re dibêjin Kirmanc û ji zimanê xwe re jî Kirmanckî. Li Qoçgiri û Varto (Gimgim) gel peyva Kirmancî nîne kar, xwe ra dibêjin "Şarê ma, Elewi" an ji "Zaza". Jê re zazakiya bakur jî tê gotin.

Kirdkî an zazakiya navîn

Kesên zazakîaxêv ên herêma Çewlîkê û Elezizê ji xwe re dibêjin "Zaza" û ji zimanê xwe re jî Zazakî. Wekî zazakiya navîn jî tê binavkirin.

Dimilî an zazakiya başûr

Li herêma Sêwêrekê kesên zazakîaxêv ji zimanê xwe re dibêjin Dimilî an jî Zaza. Wekî zazakiya başûr jî tê binavkirin.

Binêre jî:

Lînkên derve

Gelê Zaza û zimanê Zazakî