Deysemê kurê Ibrahîmê Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Deysem Kurê Ibrahîmê Kurdî hat beralîkirin)
Dinarên zêr bi navê Deysemî li Berdeyê hatine çêkirin

Deysemê kurê Ibrahîmê Kurdî[1] yan jî Deysem (m. ~ 957) fermandarekî kurd bû ku piştî hilweşîna Xanedana saciyan (en) hikûmdariya Azerbaycanê di navbera 938 û 955an de kiriye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xerîteya Azerbaycanê

Deysem xarîciyekî (en) kurd bû ku di dema xizmeta Yusiv ibn Abî'l-Sac (en) de meşhûr bû.[2] Diya wî kurd, bavê wî ereb[3][4] an jî kurd[5] bû. Deysemî bi desteka kurdan di 938an de Azerbaycanê xistiye destê xwe. Meqama wî ya li Azerbaycanê piştî wextekî ji aliyê Leşkerî îbn Mardî ve hatiye tehdîtkirin. Ordiya Leşkerî ya Gîlan û Deylemî Deysemî ji Azerbaycanê derxist, lê belê bi alîkariya Ziyarîd Vuşmgîrî Deysem dîsa wîlayetê bi dest xistiye.[2]

Di sala 941ê yan jî 942an de wezîrê Deysemî, Ebû Qasim Cafer ibn Elî ji ber komployekî li dijî xwe reviya selariyên Tarumê. Wî li wir Marzuban ibn Mihemedî (s. 941/2–957) îqna kir ku Azerbaycanê ji destê Deysemê bigrin. Deysem bi eskerên deylemî yên kirêgirtî li meydana şer li dijî ordiya Marzubanî şer kiriye, lê belê têk çûye û reviya dîwana qralê artsrûnî yê Vaspurakanê.[5] Cafer ibn Elî piştî ku Azerbaycan feth kir, bû wezîrê Marzubanî, lê di demeke nêz de tirsiya ku meqama wî ji dest here. Ew çû Tebrîzê û Deysemê dawet kir ku vegere wîlayetê. Wextê gihiştiye bajêr, desteka kurdan bi dest xist. Lê belê ordiya wî ji aliyê Marzubanî ve hate têkbirin, selarî li Tebrîzê ew dorpêç kirin. Caferî di vê demê de dîsa Deysem terk kir, lê Deysemî karîbû ji Tebrîzê bireve û ketiye Erdebîlê. Marzuban ne dûr bû û Erdebîlê dorpêç kir. Di dawiyê de wezîrê nû yê Deysemî, ê ku ji aliyê selariyan ve hatibû rişwetkirin, Deysemî îqna kir ku teslîm bibe. Deysem ji aliyê Marzubanî ve bi awayekî nerm hatiye pêşwazîkirin, piştî daxwaza wî, Marzubanî qesra wî ya li Tarumê dayê wî.[6]

Marzuban di 949an de ji aliyê biweyhiyên ku ji bo fethkirina Azerbaycanê ordiyeke di fermandariya Abu Mansur Muhammad (en) de şandine ve hatiye girtin. Birayê Marzubanî Wahsudan ibn Muhammedî (en) Deysem şandiye Azerbaycanê daku menfeetên selariyan biparêze. Êrişên Abu Mansur Muhammedî mecbûr kir ku Deysem ber bi Arranê (en) ve vekêşe, lê belê piştî têkçûnekê Abu Mansur Muhammad vekişiya, bi vî awayî Deysemî karibû kontrola wîlayetê bi dest bixe. Marzuban di 953an de ji destê biweyhiyan reviya û ketiye li pey ji nû ve bidestxistina erdên xwe. Deysem li nêzîkî Erdebîlê ji aliyê ordiyeke selariyan ve hatiye mexlûbkirin û serokên deylemiyan Deysemî terk kir. Wî çûye Ermenistanê, li wir xiristiyanan alîkariya wî kirin. Lê piştî salekê ji Ermenistanê hatiye derxistin; ew ber bi Bexdayê ve çûye û li wir serokê biweyhiyan Mu'izz al-Dawla (en) ew pêşwazî kiriye.[7]

Piştî ku biweyhî bi selariyên re sulhê pêk anîn, Deysemî ferq kir ku ew nikare ji bo bidestxistina Azerbaycanê alîkarî ji wan bistîne. Ji ber vê yekê wî dev ji wan berda û çûye cem hemdaniyan; bi alîkariya Sayf al-Daula (en)Helebê ew di 955/956an de Selmasê wek vasalê hemdaniyan feth kir. Marzubanî Deysem ji wir derxist, Deysem dîsa xwe strand cem artsrûniyên Vaspurakanê. Lê belê qiralê artsrûnî ji ber tehdîdên Marzubanî, Deysem desteser kir û ew teslîmî selariyan kir. Deysam kirine kor û xistine hepsê. Ew ji aliyê hin terefgirên Marzubanî ve piştî mirina wî di 957an de hatiye kuştin.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.

  1. ^ Zeki Beg, Mohemed Emîn. Mêjûwa Dewlet û Mîrneşînîyên Kurd Di Pêla Musulmantîyê De (PDF). Terciman: Cuma, Dr. M. S. r. 50.
  2. ^ a b Bosworth 1994, rr. 172–173.
  3. ^ Vladimir, Minorsky. Studies in Caucasian History: I. New Light on the Shaddadids of Ganja II. The Shaddadids of Ani III. Prehistory of Saladin. r. 113.
  4. ^ E. J. Brill's First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936, Volume 4 (Çapa Volume 4). Brill Publishers. 1913–1936. r. 1137. ISBN 9004082654.
  5. ^ a b Madelung 1975, r. 232.
  6. ^ Madelung 1975, r. 233.
  7. ^ Madelung 1975, r. 234.
  8. ^ Madelung 1975, r. 235.

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]