Ebdulla Xefur

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebdulla Xefur
(Abdulla Ghafor)
Nivîskar û erdnîgarnasê kurd Ebdulla Xefur, di 1998an de li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê, Swêd.
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1947an (77 salî)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ebdulla Xefur, Ebdulla Xefor, Ebdułla Ẍefur (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abdulla Ghafor), mamoste, nivîskar û erdnîgarînasekî kurd e ku di sala 1947an de li Başûrê Kurdistanê ji diya xwe Seniye hatiye dinê. Ew doktorê li erdnîgariyê ye û niha li bajarê Nynäshamna Swêdê dijî[1]

Ebdulla Xefur di navbera salên 1968 û 1971ê de yekemîn mamoste û birêveberê dibistana navîn a Diyala bû. Pişt re salekê li Gelale mamostayê dibistana navîn a Gelale bû. Dibistana navîn a Barzan ji bo wî sêyemîn dibistan bû ku ew mamostayê tê de kirine. Heta sala 1973an de li Barzan ma. Nivîskar di lêkolîna xwe ya bi navê Barzanim çon dît ("Min çawan Barzan dît") behsa cografya û dîroka Barzan dike.

Piştî nîvê salên 70an de[çavkanî hewce ye] çû Rûsyayê, heya ku di sala 1994an de gehişte Swêdê û îro li bajarê Nynäshamnê dimîne. Doktor Ebdulla Xefur piraniya kitêbên xwe li Swêdê çap kirine.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kuzey Kurdistan'da yerleşim yerleri 1980 (il, ilçe, bucak ve köylerinin Türkçe ve Kürtçe isimleri). Stokholm, 1994.
  • Cugrafyay danîştwanî Kurdistan. Stokholm, 1994.
  • Etno-dîmografya başûrî Kurdistan. Stokholm, 1995.
  • Barzanim çon dît. Stokholm, 1995.
  • Cugrafyay Kurdistan. APEC, Stokholm, 1996.
  • Sinûrî Kurdistan. Stokholm, 1997.
  • Amarî Kurdistan. Stokholm, 1997.
  • Nexşey Kurdistan. APEC, Stokholm, 2000. (bi tîpên latînî).
  • Kurdistan - dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stokholm, 2000. (bi tîpên latînî).
  • Kurdistan - dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stokholm, 2001. (bi tîpên erebî).
  • Pêrristî gundekanî Kurdistan, bergî duwem - Pêrristi gundekanî başûrî Kurdistan leser jimêrî salî 1957 da. Stokholm, 2001.
  • Ferhengî cugrafyayiy Kurdistan. Stokholm, 2001.
  • Cugrafyay abûrî - neft le Kurdistan da. Stokholm, 2001.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ebdulla Xafur (1995). Barzanim çon dît. Stockholm, Swêd.