Ehmedê Qutikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ehmedê Qutikê (1902-1997) çîrokbêjekî navdar ê kurd bû. Ew ji navçeya Hezroyê bû, mirovekî xizan, jiyana xwe di xulamtiya axayan de derbaz kiriye. Ew çîrokên xwe ji civat û şevbêrkan hîn bûye.

Ehmedê Qutikê bavê sê kur û sê keçan bû. Heta ku mala xwe aniye Amedê ji gund derneketiye.

Çîrokên Ehmedê Qutikê ji hêla berhevkarê çîrokan Hîlmî Akyol ve hatine tomarkirin û di gelek pirtûkan de hatine çapkirin.

Çîrokbêj di 1997an de çû ber dilovaniya Xwedê[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Çîrokên Mala Zalê. Berhevkar Hîlmî Akyol, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006.