Ekolojî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ekosîstemên cuda yên Erdê

Ekolojî yan hawirnasî yan jî hevêrzanist [çavkanî pêwîst e] (bi înglîzî ecology), zanistê lêkolîna li ser berbelavî û mişeyî ya endamwerên jînwer û ka çawa karlihevkirina endawerî digel derdor anko jîngeha xwe tesîrê li berbelavî û mişeyî ya wan dikit. Derdora endamwerekî ji keristeyên fîzîkî û yên jînewer pêkdihêt. Derdora fîzîkî, mirov dikarit navê tevane yê nejînewer lê bikit, hokarên mîna tîrêja rojê, avûhewa anko seqayê û cihniyasiyê vedigirit.

Peyva ekolojî cara pêşîn li sala 1866ê ji aliyê jînwerzanistvanê Elmanî Ernst Haeckel ve hat bikaranîn. Peyv ji οικος (oikos anko navmalî) û λόγος (logos anko znîn) pêkhatîye. Bi vî awayî, ekolojî lêkolîna navmalî ya xwerist anko siruştî ye. Di zimanê kurdî da jî peyva hevêrzanist ji hevêr bi ramana cihê jîn û jîyarê û zanistî pêkhatîye.

Ev peyv hindek caran bi ramana derdora xweriskî an jî derdorparêzîyê dihêt bikaranîn. Ji ber hindê, hindek caran rengdêra ekolojîk anko hevêrzanistiyane bi ramana dostê derdorê dihêt xebitandin.

[biguherîne] Biyava hevêrzanistî

Hindek caran hevêrzanist wekî tayekê jînwerzanistî dihêt hesibandin. Mumkîn e ko endamwer bi gelek awayan û li gelek astan bihêt ber lêkolînan.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din