Epîlepsî
Epîlepsî (bi grekî: επιληψία, epilepsía, bi latînî: epilepsia) nexweşiyeke neurolojîk e. Bi kurdî jê re dibêjin bêhişî ya fû.
Ji sedemên tevlîhev ên mejî tê. Zêdebûna elektrîkê di fonksiyonên mejî û xerabûn di têkiliyên navbera beşên mejî bingeh in. Di hinek mînakan de sedî sed sedem û çareserî nayê zanîn. Nexweşî xwe bi krîzên nebirêkûpêk ên ji nişka ve rûdidin dide der. Pirranî nexweş bo demekê ji hişarê dikeve, jixweve diçe. Di hin mînakan de dipelpite û kef ji dev tê.
Li Kurdistanê di krizên epîlepsiyê de pîvazê didin ber pozê nexweş daku li hişarê vegere. Ev rêbaz çendîn bikêr e nayê zanîn.
Naverok |
Hin sedemên ku epîlepsiyê ditetikînin[biguherîne]
- Kêmasiya vîtamîna B6
- Zêdebûna kronîk a tîna laş
- Menenjît hwd nexweşiyên neurolojîk ên piştî jidayîkbûnê
- Hin cureyên tûmorên neurolojîk
- Sawên mezin
- Îşemî ya mejî, angi kêmxwîngirtina mejî
- Di bicanîbûnê de bikaranîna elementên nelirê ya dê
- Bûyerên bixetere, nelirê yên di jidayîkbûnê de, wekî kêmgirtina oksîjenê hwd
Epîlepsî pirranî di 6 saliyê de destpêdike. Hin nexweş dema bêhneke biyan digirin dikevin pêla krîzê. Hin jî dema televizyonê temaşe dikin, krîz destpêdike. Lê ev mînakan ne standard in.
Terapî[biguherîne]
Heger krîz li pey hev tên û ji 20 dq zêdetir didomin divê sedî sed mirov bang li ambûlansê bike. Bijîşk bo terapiya destpêkê ji koma Antikonvulsiva ya ji malbata Benzodiazepine dermanan bikartînin. Nirxên EEG dide, rêbaza terapiyê kivşe dike[çavkanî pêwîst e].
Heger ev şertana hebin, serkeftin di terapiyê de zêdetirî 70% ye[biguherîne]
- Nirxên EEG û testên din dide nîşandan ku derman bikêr tên
- Heger li nexweş tenê cureyekê pêlên krîzê peyda ye
- Heger ji 2-5 salan virde ye êdî krîz nayên
- Heger piştî ewçend krîzan di hiş û sîstema neurolojîk a nexweş de xerabûn nîne
Heger hîç rêbazek bikêr nayê û prognoz nebaş e, hin operasyon tên kirin. Bo mînak bi hêza elektrîkê hin cihên kana problemê ne tên tunekirin hwd.
Çavkanî[biguherîne]