Platon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Platon

Platon (Grekî ya kevn: Πλάτων Pláton, Grekî ya îro: Πλάτονας Plátonas, latînî: Plato) firmesunek (fîlosof) navdar ê Grekî ya Antîk e. Di navbera salên 427 b.z. û 347 b.z. da li Yewnanîstanê jiya ye.

Navê wî yê rastî Aristokles e. Ji ber milên wî yên fireh û laşê wî yê atletîk jêre gotine " Sîng fireh" û bi vî navî hatiye naskirin. Li nav misilmanan jêre Eflatûn jî tê gotin. Ramanên wî bandorek mezin daye ser felsefa Îslam û Xiristiyantî.

Jiyan[biguherîne]

Ji 20 saliya xwe hetanî mirinê Şagirtiya Sokrates û mamostetiya Aristoteles kiriye. Avakerê Akademiya Atînayê ye. Li ser ramanên Platon ên felsefîk hê jî nîqaş tên kirin. Platon destpêk û yekemîn fîlozofê grîng ê felsefa rojava ye. Di felsefa Yunana Antîk de Firmesunên berî Sokrates ( firmesunên yekemîn an jî firmesunên xwezayê) bêhtir li ser felsefa materyalîst sekinîne. Di felsefa Antîk de ramana materyalîst bi Demokrîtosê Atomî re gihiştiye qada herî bilind. Li hemberî vê, ramana Îdealîst jî bi Platon re gihiştiye merhala herî bilind. Platon mîna wêjevan û hunermendekî hatiye perwerdekirin. Bi vî awayî, wî berhemên xwe yên fikrî mîna hostekî bi helbestan xemilandiye û bi sedsalan bandorê li mirovahiyê kiriye.

Platon berhemên xwe bi awayên diyalogan nivisandiye. Di diyalogên wî de piranî Sokrates cih digre.Sokrates bi mirovan re ramanên wan nîqaş dike û bi vî awayî nakokiyên ramanên wan derdixe holê. Platon piranî ramanên xwe bi axaftinên Sokrates daxuyakiriye.

Platon, gotiye ku giyana mirov piştî mirinê digihije cîhana ebedî a ramanan. Ramanên wî di Çaxa Navîn de ji aliyê fîlozofên Ereb ve hatiye veşartin û Piştî Ronesansê ji Yunaniya Antîk hatiye wergerandin.

Beriya Platon pirranî fîlozofên materyalîst navdar bûn, wekî Demokrîtos. Lê Platon riya îdealîzmê hilbijartiye û bingeha îdealîzma Rojavayî avêtiye. Zimanê wî zimaneke helbestî ye û bi hezaran salan e bandora xwe li mirovan dike.

Firmesunî (fîlosofî)[biguherîne]

Mirov dikare ramanên Platon di 5 komî de bîne zimên:

  • Zanîn
  • Îdea
  • Nemirin û berdewamiya ruh
  • Cosmogony ango afirandina gerdûnê
  • Dugel (dewlet)

Platon wekî armanc "baş" ê dide ber xwe û bi qasî kamiliya mirov, civakek kamil dike armanc. A herî rast û kamil "îdea" ye, em û rastiyên me wekî kopiyek rastiyê ne. Bi riya zanîn û başiyê mirov nêzîkî rastiya kamil dibe. Gerdûn bêdawî û berdewam e. Ne beriya wê heye, ne jî dawiya wê. Gerdûn digere û di dirûvê girseyê de ye.

Nêrînên Platon mirov dikare di 3 radeyan de bide berçav; Dema zû ya ku wekî şagirtê Plato nêrînên wî bilêvdikir, dema derbasbûne ku di vê demê de berdewamiya ruh û gerdûnê bilevdikir û dema kamiliyê ku kêmasiyên xwe derdikir.

Girêdanên derve[biguherîne]