Ebdullah Cewdetê Daskûzayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Evdila Cewdet hat beralîkirin)
Evdila Cewdetê Daskûzayî
Navê rastî
Abdullah Cevdet Karlıdağ
Jidayikbûn9ê îlonê 1869
Mirin29ê çiriya paşîn 1932
Stembol (Tirkiye)
Cihê goristanêMerkezefendi Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî
Perwerde
  • Turkish Military Academy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeBijîşk, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedar
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ebdullah Cewdetê Daskûzayî[1], Ebdullah Cewdet (navê fermî yê bi tirkî Abdullah Cevdet Karlıdağ) (z. 9ê îlonê 1869 li Arabkîr, Meledî, Bakurê Kurdistanê − m. 29ê çiriya paşîn 1932 li Stembol, Tirkiye), bijîşk, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedarekî kurd bû. Demekê tevlî nava refên contirkan bûye, di tevahiya jiyana xwe de poşmaniya xwe aniye ziman.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 9ê îlonê ya 1869an de li Arabkîrê hatiye dinyayê. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî li Xozat û Arabkîrê temam dike, tevî malbata xwe diçe Xarpêtê. Di 1885an de ji Ruşdiyeya Eskerî ya Mamuretulezîz (Ma‘mûretülazîz Askerî Rüşdiyesi) mezûn dibe.

Di 15 saliya xwe de diçe Stembolê û dikeve Amadehiya Eskerî ya Kuleliyê. Piştî sê salan mezûn dibe û perwerfehiya xwe li Tibbiyeya Eskerî didomîne.

Xebatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamê gelek komele, weqif û komîteyên kurdan ên wê demê ye. Ji xebatkarên sereke yên Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurd, Cemiyeta Tealiya Kurd, Cemiyeta xwendekarên kurd, Hêvî û gelekên din bûye.

Mirovekî zana bûye, bi fîlozofiyê re mijûl bûye. Li dijî bikaranîna dîn a ji bo berjewendiyan derketiye, xwestiye di hin warên têkiliyên Îslam û civakê de reform bên kirin. Ji ber wê ji aliyê rastgir û tirkperweran ve bi tundî hatiye rexnekirin û reşkirin. Bo wî "bêdîn", "dijminê Xwedê" gotine, di nava civakê de xwestine bêrûmet bikin.

Di kovara Îctîhadê de gelek nivîsên wî hatine weşandin. Ji ber kurdpwerwerî, nêrînên xwe yên taybet gelek caran hatiye girtin û sirgûnkirin. Ew li dijî ketina Osmaniyan bo Şerê cîhanî yê yekem bû, ji ber wê û nivîsên li ser Bahayîzmê jî dihate girtin. Hin dibêjin Mustafa Kemal Atatürk di bin bandora wî de maye, bingeha reformên xwe ji wî girtiye.

Serhildana Şêx Seîd dipesînîne, dixwaze kurdên din jî tevlî bibin û eniyeke neteweyî ava bibe. Ev yeka han, dibe belaya serî wî jî. Li dijî wî kampanyayên reşkirinê tên lidarxistin. Mustafa Kemal jî hişyariyê dide wî gefan lê dixwe.

Bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidest dide. Ataturk û dewlet nahêlin nimêja cenazeyê bo wî bê kirin. Meytê wî ji Mizgefta Ayasofyayê (wê demê mizgeft bû) tê derxistin, mizgeft bi mizgeft digerînin, nahêlin nimêja wî bê kirin. Lewra ew kurdperwer bû û behsa reformên olî kiribû. Herçendî demekê Contirkîtî kiribû jî, ji aliyê dewletê ve êdî wekî xayînek dihate dîtin.

Li ser tikakirina Peyami Safa, destûrê didin ku meleyekî nimêja wî bike. Meytê wî li Goristana Merkezefendî (Merkezefendi Mezarligi) tê veşartin.

Berhemên wî (bi zimanê romî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûkên helbestan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hiç - Qet (1890)
  • Türbe-i Masumiyet - Tirbeya masumiyetê (1890)
  • Tulûat (1891)

Pexşan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ramazan Bahçeleri - Baxçeyên remezanê (1891)

Raman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dimağ - Hiş (1890)
  • Fizyolacya-i Tefekkür (1892)
  • Fünun ve Felsefe (1897)

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Weber'den "Asırların Panoraması" - Ji Weber panoramaya sedsalan
  • Gustave Le Bon'dan "Asrımızın Hususu Felsefiyesi" - Ji Gustave Le bon fîlozofiya taybetî ya sedsala me
  • Hayyam'dan "Rubaiyat" - Rubaiyat ji Heyyam
  • Mevlana'nın Divanından Seçmeler - Bijarte ji dîwana Mewlana
  • Gustave Le Bon'dan "Dün ve Yarın" (1921) - Ji Le Bon duh û îro
  • Gustave Le Bon'dan "İlm-i Ruh-i İçtimai" (1924) - Ji Le Bon Îlmî ruhî îctîmayî
  • Gustave Le Bon'dan "Ameli Ruhiyat" (1931) - Ji Le Bon emela derûniyê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]