FSB

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Armaya FSB

FSB (kurteya bi rûsî: Федеральная служба безопасности Российской Федерации, Federalnaya Slûjba Bezopasnostî Rossiyskoy Federatsî, anku Ajansa Ewlekariya Federasyona Rûsyayê) saziya sîxuriya hundirîn a Rûsyayê ye.

Li ser hilweşîna YKSS'ê û KGB'ê bi armanca parastina ewlekariya Rûsyayê hatiye damezirandin. Borîs Yeltsîn berê di 21'ê berfanbarê 1993'an de biryara hilweşandina wezareta hundirîn a YKSS'ê û damezrandina Saziya Federal bo Parastinê-FSK (Федеральна служба контрразведки-ФСК, Federalna slujba kontrrazvedkî-FSK) dax (îmze) dike.

Di 12'ê avrêlê 1995'an de bi fermî damezrandina FSB'ê tê pejirandin lê di rastiyê de pirr berê jî li ser kar bûye.

Peywirdariyên FSB'ê[biguherîne]

  • Parastina dûgelê
  • Pêdiviyên îstîxbarî yên navxweyî
  • Parastina tixûbên Rûsyayê

Birêvebirên FSB'ê[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]