Vladîmîr Putîn
Ji Wîkîpediya
Vladîmîr Vladîmîrovîç Putîn, (bi rûsî: Влади́мир Влади́мирович Пу́тин, Vladimir Vladimirovich Putin, * 7'ê cotmehê 1952 li Sankt Petersbûrgê) siyasetmedarekî rûs e. Ji 7 gulana 2000'an heta 7 gulana 2008'an serokdewletiya Federasyona Rûsyayê kiriye.
Ji 8 gulana 2008'an û vir ve serokwezîrê Federasyona Rûsyayê ye.
[biguherîne] Jînenîgarî
Bavê wî di artêşa deryayî, di keştiyên noqî de peywirdar û diya wî jî karkereka ji fabrîkê bû. Di sala 1975'î de Pûtîn, li zanîngeha Lenîngradê, fakûlteya dadê bidawî dike. Perwerdeya xwe ya bilind li ser aboriyê dike. Di saziya dizî ya sîxuriyê, KGBê de dixebite û wekî peywirdar bo demekê li Almanyayê dimîne. Li vegerê di birêvebiriya zanîngehê de peywirdar dibe.
Sala 1990'î de di konseya bajarê Lenîngradê de wekî şêwirmend, di nava salên 1991-1992'î de cihgirê serokê şaredariyê û serokatiya konseya karên derve ye. Ji sala 1996 heya 1997'î cihgirê birêvebiriya karên aborî ya palasa (koşka) Kremlîn e.
1998 heya 1999'î serokatiya saziya dizî a sîxuriya hundirîn FSBê dike. Di heman demî de endametiya wî ya polîtbûroyê heye û sekreteriya wê dike. Bi îstîfaya Borîs Yeltsîn a di 31'ê berfanbarê 1999'î bo demekê wekaletiya serokdewletiyê û bi serkeftina di hilbijatinan de jî wekî serokdewlet karê xwe dike.
Di hilbijartinên sala 2004'î de bo cara duyemîn tê hilbijartin.
[biguherîne] Girîngiya wî
Li hevwelatî bi Almanya re geriyaye. Xwastiye nakokiya di navbera rûs û çeçenan de bi riyên aştiyane çareser bike. Li dijî kesên ku piştî hilweşîna YKSSê ji nişka ve dewlemendiya Sovyetê şêlandin û dewlemend bûn derdikeve. Li ji nû ve bihêzkirina Rûsyayê di qada navxweyî û navneteweyî digere.
Siyaseta wî ya bo Kurdistanê herwekî ya klasîk e. Kurdan wekî elementeke polîtîkayê ya bo bikaranînê dibîne û li dostanî bi dûgelên ku Kurdistan dagirkirne re digere. Îranê li dijî DYA û Ewropayê hinde zêdetir diparêzê.
Li Rûsya û derveyî Rûsyayê gelek rexne li polîtîkayên wî tên girtin. Ew bi dîktatoriyê tê tewanbarkirin. Siyaseta wî ya azadiya çapemeniyê û tevgerên aboriyê tê rexnekirin.