Fadime Şahindal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Fadime Şahindal (* 2'ê avrêlê 1975, Elbistan, Tirkiye - † 21'ê rêbendanê 2002, li Uppsala, Swêdê) keçeke kurd bû, ji aliyê bavê wê ve hate kujtin.

Kujeriya namûsê bû yan şerê psîkolojîk?[biguherîne]

Kujtina wê di çarçoveya kujeriyên namûsê de hat nirxand. Kujtina wê li Ewropayê navê kurdan gelek xirab dike ku dewleta Romê (Tirkiye) jî tevlî vê reşkirinê dibe. Tê zanîn Tirkiyeyê li Swêdê kujtina Olof Palme jî tê de, gelek hovîtî kiribû para kurdan û gelek jî biserketibû.

Jiyan[biguherîne]

Şahindal li dijî marîbûna (zewaca) bi zorê bû, destgirtiyê xwe bi xwe bijartibû. Bavê wê û xizmên wê dixwazin ew wekî demên berê bi gotina wan bike, kê xwestine bi wî re marî bibe. Nakokî û pirsgirêk zêde dibin.

Gelek caran lêdan û gefan dixwe. Destgirtiyê wê ciwanekî swêdî ye û malbat viya wekî "namûsa me jidest çû" dinirxîne. Di bingehê de kesên din hene yan nayê zanîn.

Malbat dibe lîstika rojname û saziyan[biguherîne]

Medya û çapemeniya tirk û swêdiyan bi mehan behsa vê malbatê kirin, gelek tişt gotin, gorî berjewendiyên xwe şîrovekirin. Fadîmeyê gelek baweriya xwe bi swêdiyan dianî, xwe dispart bextê sazî û komeleyên jinan.

Fadime Şahin jî li Tirkiyeyê[biguherîne]

Dîsa beriya wê jî, keçeke kurd a bi navê Fadime Şahin, li Tirkiyeyê ji aliyê medyayê ve di şerê psîkolojîk de tê bikaranîn. Ev tesadûfek e yan nîne, kes nikare bi hêsanî bersivê bide. Fadîmeya li Tirkiyeyê ji aliyê kemalîst û cûntaxwezan ve li dijî hikûmeta Necmettin Erbakan wekî qurban dihate bikarîn. Fadîmeya Swêdê jî bûbû para gurên bejewendiyê yên wekî dîplomasiya tirkan, rastradîkalên swêdiyan û partiyên swêdî.

Fadîmeya Swêdê bi hovane hat kujtin û bû qurban. Fadîmeya li Tirkiyeyê jî di daxistina hikûmeta Erbakan de hat bikaranîn û bû qurban. Medya û rojnameyan jê têr xwarin, dîplomasiya tirkan jî navê kurdan reş kir.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdan[biguherîne]