Famîleya pelgerdeniyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fagonia laevis

Famîleya pelgerdeniyan (Zygophyllaceae) famîleyeke riwekan e, di koma gindorikên keyan (Zygophyllales) de cih digire. Hin endamên vê malbata bo baxçevanî û xemlê tên çandin.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Zygophyllaceae ji avhewaya tropîk û subtropîk hez bike jî, li pirraniya parzemînan digihê. Sala 1814'ê ji aliyê Robert Brown ve bi navê „Zygophylleae“ di A Voyage to Terra Australis, 2, r. 545'ê de hatiye binavkirin. Navên din ên vê famîleyê, Balanitaceae M.Roem. û Tribulaceae Trautv. ne.

Engler (1931) û Scholz (1964) Zygophyllaceae di bin heft binekom û rêzeke şax û bineşaxê de rêz kirine. Îro di bin pênc binekom, 25 heya 27 cins, 240 heya 285 cureyan de tê ravekirin û rêzkirin:

  • Binekoma Larreoideae Sheahan & Chase: Bi qasî 5-7 cins û bi qasî 30 cureyan li DYA, Meksîk heya başûrê Amerîkayê:
    • Bulnesia Gay (itevlî Gonoptera Turcz.): Bi qasî 8 cureyan li başûrê Amerîkayê.
    • Guaiacum L. (Guajacum L. orth. var.): Bi qasî 4-6 cureyan, li deverên tropîk.
    • Larrea Cav. (tevlî Covillea Vail, Neoschroetera Briq., Schroeterella Briq.): 5 cure.
Balanites roxburghii
Kallstroemia grandiflora

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]