Fethullah Gülen
Ji Wîkîpediya
Fethullah Gülen (bixwîne: Fethûllah Gîûlen) (* 27'ê avrêlê 1941 li Korucuk, Erzirom, gorî hin çavkaniyan jî: * 1938 li Pasinler, Erzirom) fîlozofekî Tirkperwer û Îslamî yê ji tarîqata Seîd Nûrsî bû. Niha birêvebirê civata Gülen a ku pirranî di nava kadroyên dûgela Tirk û rastgiran da xwe birêxistin kiriye ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jiyan
Dibistana seretayî û amadeyî ji derve bidawîkiriye. Di saziyên dijî komûnîzmê de cihgirtiye. Perwerdeya olî dîtiye. Bavê wî molla bûye û ew ji heşt zarokan ê duyemîn e. Hîç nezewiciye. Bi qasî çar salan li Edirneyê mollatî kiriye. Herwiha li gelek deveran waîztî kiriye. Di tevahiya jiyana xwe de tevlî karê polîtîkaya Îslamî bûye.
Yek ji girêgirên civata Nûr a Seîdê Kurdî damezrandibû bû. Ew di nava civatê de nêzîkî rastgiriya Romê û dewletê disekine û bi mirina Nûrsî re, bi tevayî tarîqata Nûr reforme dike û berê armancên civatê vediguherîne. Lî Îslameke neradîkal, bi DYAyê re hevalbend û di bin xizmeta îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk Tûranîzmê de digere.
Di cûntaya leşkerî ya 1961'î de li dijî wî doza "şerîatxwaziya Îslamî" tê vekirin û bi cezayê sê salan tê darizandin. Paşê doz tê betalkirin. Ew tenê heft mehan li girtîgehê dimîne. Di cûntaya leşkerî ya 1980'î de fermana girtina wî tê belavkirin lê ew rêça xwe dide tarîkirin. Sala 1986'î de tê girtin lê dîsa tê berdan û bi fermî waîztiya xwe didomîne.
[biguherîne] Gülen û dewleta kûr a Tirkiyeyê
Di çapemeniyê de behsa têkiliyên wî bi CIA, MİT û hêzên tarî yên dewleta Romê tê kirin. Di raporta ku krîmînaliya hin kadroyên mezin ên dewletê derxist holê Raporta Susurlukê (Susurluk Raporu) de navê wî jî derbaz bû. Gorî gotinan ew ji berê de endameke sîxuriya dewleta Romê bûye û dawî li armanc, misyon û girîngiya Tarîqata Nûr a li dijî kemalîzm û nîjadperestiya Komara Tirkiyeyê derdiket û biratiya gelan û mafên Kurdan diparast aniye.
Dîsa navê wî di karên narkotîkê de jî derbaz bûye. Wî li derveyî welêt gelek dibistan damezrandine. Tê gotin ew li ser van dibistanan polîtîkayê dike û berjewendiyên Romê dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê jî gelek dibistan vekiriye. Dîsa fîrmayên civata wî bi tevî fîrmayên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê para herî mezin a aboriyê birêvedibin.
Sala 2000'î derbarê wî de doz tê vekirin lê paşê dîsa tê efûkirin. Gorî gelek ronakbîrên Tirk, bi van girtin û dozvekirinan dewleta Tirk dixwaze qîmeta wî bilind bike û wî wekî lîderekî ku serî bi dewletê redikişîne bide naskirin. Pirraniya gerîndendeyên ewlekariyê, polîs, hunermend, siyasetmedarên rastgir û lîberal di civata wî de ne.
Ji sala 1999'î virde li DYAyê dijî. Li Tirkiye û derveyî wê gelek firmayên mezin girêdayî cemaeta wî kar dikin. Cemaeta wî xwedî hêzeke aborî ya gelek mezin e.
[biguherîne] DYA di axavtineke Gülen de
Ev axavtin di rojnameya Yeni Yüzyıl de hatiye weşandin.
"...Wisa yan newisa, bêî hevalbendiya DYA yan bêî hevalbendîbûna bi wê, yan DYA nexwaze, li ti derekê cîhanê nahêle kesekê ti karekê bike. ... Amerîka hêj jî serokatiya cîhanê dike, divê ev rastegînî bê pejirandin. ... Amerîka berdewamî û ahengê dixwaze û ez jî qîma xwe bi wê tînim..." (Nevval Sevindi, Yeni Yüzyıl, 23.07.1997)
Di derbarê misyon, fîlozofî û siyaseta Gülen de gelek nivîsar û pirtûk hatine nivîsîn. Herwiha wî jî gelekan nivîsiye.
[biguherîne] Berhemên Gülen
- Çağ ve Nesil (Serdem û nivş), (1982)
- Buhranlar Anaforunda İnsan (Di anafora hiştengiyê de mirov), (1986)
- Yitirilmiş Cennette Doğru (Berî bi bihuşta windabûyî), (1988)
- Fatiha Üzerine Mülahazalar (Guftûgo li ser Fatihayê), (1998)
- Ila-yi Kelimetullah veya Cihad, (1996)
- İnancın Gölgesinde 1-2 (Di siya baweriyê de), (1991 - 1992)
- Kırık Testi (Destiya şikestî), 1-5, (2002)
- Kitap ve Sünnet Perspektifinde Kader (Di perspektîva pirtûk û sunnetê de çarenûs),
- Ölçü veya Yoldaki Işıklar 1-4 (Pîvan an tîrêjên li rê), (1985 - 1992)
- Sonsuz Nur 1-3 (Nûra bêdawî), (1993 - (1994)

