Fistiqa axê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Fistiqên axê

Fistiqên axê (navê zanistî yê latînî: Arachis hypagaea) riwekeke ji famîleya baqilan e. Bejna wê 30-50 cm bilind dibe. Pelên wê kesk in, du lib li hember hev in. Kulîlkên wê zer in. Bizreke di nava kulîlkê de, di dema doldanê (bizir) de, xwe ditewîne û bizirê xwe berdide axê. Fêkiyên wê bi qaqil in û di nava axê de ne. Di nava qaqilkê de carnan libek carnan jî du lib kakil hene. Ji wê qaqil û kakilê re fistiqa axê tê gotin. Kakila riwekê bi qaşûlek sor û zirav dorpêçkirî ye. Beşa ku tê xwarin ew kakil e. Li Kurdistanê û gelek welatên din weke çerez tê xwarin. Herwiha rûn jî jê tê derxistin. Bi wî rûnê berhemên kozmetîk û xwarinê tên çêkirin.[1]

Welat û dîrok [biguherîne]

Tê bawerkirin ku fistiqên axê cara pêşîn li welatê Perûyê hatine çandin.[2] Li gorî agahiyan fistiqên axê berî niha bi 7,600 salan hatine çandin.[3] Bi rêya kaşifan ji Afrîkaya Başûr ber bi Ewropa, Asya û Afrîka ve hatiye, anîn. Îroj li gelek welatên cîhanê çandina fistiqên axê tê kirin.

Deh welatên sereke yên çandina fistikên axê dikin, li gorî agahiyên 2008/2009'an
Welat Berhevkirin (çandin)

(Miiyon ton)

Flag of the People's Republic of China.svg Çîn 14.30
Flag of India.svg Hindistan 6.25
Flag of the United States.svg DYA 2.34
Flag of Nigeria.svg Nîjerya 1.55
Flag of Indonesia.svg Îndonezya 1.25
Flag of Myanmar.svg Myanmar 1.00
Flag of Sudan.svg Sûdan 0.85
Flag of Senegal.svg Senegal 0.71
Flag of Argentina.svg Arjantîn 0.58
Flag of Vietnam.svg Viyetnam 0.50
Cîhan 34.43

Çavkanî: USDA Foreign Agricultural Service: Table 13 Peanut Area, Yield, and Production


Çavkanî [biguherîne]