Frank Wilczek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Frank Wilczek

Frank Anthony Wilczek (* 15'ê gulanê 1951 li New York) fizîknasekî DYAyî ye. Sala 2004'î bi tevî David Gross û David Politzer Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Jînenîgarî[biguherîne]

Bavê wî Polonî û diya wî jî Îtalî ye. Sala 1970'î perwerdeya xwe ya li ser matematîkê li Chicago bidawî dike. Sala 1974'î doktoraya xwe li zanîngeha Princeton digire. Ji sala 1974'î heya 1981 û ji 1989 heya 2000'î li heman zanîngehê wekî profesor dersê dide. Di heman pêvajoyan de carnan li zanîngeha California jî dersdarî kiriye. Ji sala 2000'î virde li Massachusetts Institute of Technology dixebite. Endamê gelek civakên fîzîk û matematîkê ye.

Xebat û girîngiya Wilczek[biguherîne]

Sala 1973'î bi tevî David Gross li ser qûarkan lêkolînên mezin dikin û gelek pêşketinan pêk tînin. Gavekî mezin berî bi nasîna cîhana Qûantenkromodînamîkê dikin.