Ga (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Komstêrka ga, ya ku bi çavên rût tê dîtin.

Ga komstêreke çerxa felekê (zodyak) ye. Ew di astrolojiyê de bi sembola seriyê ga tê nîşan dan: Taurus.svg (Unicode ♉). Ew yek ji komstêra nîvkada bakurî ya ezmana zivistanî, ya di navbera li roava Beran li rohelat Cêwî; li bakur Perseus û Erebevan, li başûr-rojhilat Oryon, li başûr Çem, û li başûr rojava Neheng (Cetus) dimîne ye.

Taybetmendiyên wê yên balkêş[biguherîne]

Di meheya rezber û kewçêrê de komstêrka ga êvarî li ser asoya rohelat xwiya dibe. Ew tewrî rind di şevên meheya berfanbar û rebendanê de tê dîtin. Di meheya adar û nîsanê de ew berbangî li asoya roava tê dîtin. Stêrka Ga ya tewrî ronî Deberan e. Navê wê ji erebî ad-Dabaran (الدبران) tê û wateya wê jî şopîner e. Ew wek çavê ga yê sorê ku li oryonê dinêhêre tê sembolîze kirin. Ew nava ji ber ku ew komika sêwiyan teqîb dike hatiye danîn. Komika sêwiyan li bakur rohilata vê komstêrkê dikeve û ew yek ji komikeke tewrî balkêş e. Ji ber ku heft stêrên wê bi çavên rût dîtbar in ew wek heftxwîşk jî tê bi nav kirin. Seriyê Ga stêrkên Hyadesên bi şiklî V pêk tînin. Stêrkên el Nath û Zeta Tauri jî qiloçên ga pêk tînin.


Koordînat: Sky map 04h 00m 00s, +15° 00′ 00″