Kûçikê Biçûk (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kûçikê Biçûk
  • Canis Minor Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
Rûerd
  • 183 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kûçikê Biçûk komstêreka li bakura ekwatora ezmên dikeve ye. Ew li başûra komstêra Cêwî (komstêr) dikeve. Stêra wê ya geştirîn Şeara Şamî (Procyon) yek ji geştirîn stêrka ezmana şev e. Li roheleta komstêrê riya Kadizê dirêj dibe. Di zivistanê de ew ji xeynî Antarktîka li hemû dînê dîtbar e. Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs diyar kiribû. Ew di mîtolojiya Yewnanî de bi komstêra Kûçikê Mezin ve wek kûçikê Oryonê, di mîtolojiyê de nêçîrvanek e, tê nîşan dan.

Gêştirîn stêrka komstêrê Şeara Şamî ye. Navê wê ji erebî, çima ku ew gorî Qurix li hêla Şamê dikeve ew hana bi nav bûye. Qedra wê ya zahîrî 0,40m ve ew şeşem geştirîn stêrka ezmana şev e. Ew 11,4 salên roniyê dûra dinê ye. Ew bi qedra xwe ya mitleq ve ew şeş carî ji rojê ronîtir e. Stêra duyem gêştirîna komstêrê bi erebî: الغميصاءXûmeysa, (erebî, çavşil) ye. Ew 150 salên roniyê dûra dinê ye.