Mêzîn (komstêr)
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mêzîn, Terazî an jî Terazû komstêreka di çembera bircan de ye. Ew di navbera, li roava, Simbile û li rohelat Dûvpişkê de dimîne.
Mêzîn yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qalkirî bû û ew ji demên Babîlan ve dihat zanîn û ew wek sembola dadweriyê dihat nasîn. Ew yekane komstêra di çembera bircan de ya ku tiştekî jîndar nîşan nade ye. Roj di navbera 31'ê kewçêrê û 22'ê sermawezê di vê Teraziyê de dimîne. Di astrolojiyê de jî ew di navbera 23'ê rezberê û 22'ê kewçêrê di birca Mêzînê de ye.
Stêrên Mêzînê [biguherîne]
| Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên roniyê) |
|---|---|---|
| Betaya Mêzînê (β Librae, Beta Librae, Zûbeneşîmalî) | 2,61 | 120 |
| Alfaya Mêzînê (α Librae, Alpha Librae, Zûbenelcenûbî) | 2,75 | 77 |
| Sigmaya Mêzînê (σ Librae, Sigma Librae) | 3,29 | 292 |
| Gamaya Mêzînê (γ Librae, Gamma Librae, Zûbeneleqreb) | 3,91 | 152 |
Çavkanî [biguherîne]
Girêdan [biguherîne]
Koordînat:
15h 00m 00s, −15° 00′ 00″
|
|||||