Gazapizm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gazapizm
Dema ku Gazapizm derdikeve sehnê
Jiyan
Navê jidayikbûnêAnıl Murat Acar
Jidayikbûn20ê tîrmeha 1988an (35 salî)
Xarpêt, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêRap · Hip hop
PîşeRapper
Salên çalak2003 – niha
Etîketa qeydêArgo İzmir
biguhêreBelge

Anıl Murat Acar an jî bi navê ku hatiye naskirin Gazapizm (jdb. Sala 20'ê tîrmehê 1988, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê) rappereke bi eslê xwe kurd e ku muzîka xwe bi zimanê tirkî çêdikê.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Acar di sala 1988an de li parezgêha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Bavê wî Kurd, diya wî Tirk e. Dê û bavê wî mamoste ne. Acar sala 2003an de dest bi xebatên muzîka kiriye û di sala 2012an de pargîdaniya muzîkê ya bi Argo Izmir li navçeya Konak a Îzmîrê damezrandiye. Di sala 2014an de albûma xwe ya bi navê “Yeraltı Edebiyatı” derxistiye. Bi stranên ku bi şêweya kolanê çêkirine bal kişandiye ser xwe. Di sala 2016an de albûma xwe ya bi navê “Bir Gün Her Şey” derdixe. Ji bo strana bi navê "Gece Sabahın" û "Memleketsiz" li Îzmîrê klîba kişandiye. Piştî ku strana wî ya bi navê “Heyecanı Yok” di rêzefîlma “Çukur”ê de cih digire, zêdetir hatiye nas kirin. Ev stran hevdem bû bi serdemeke ku rap di rêzefilmên tirkî de zêdetir hatiye dîtin û bi bandor bûye.

Gazapizm paşê ji bo heman rêzefîlmê bi Cem Adrian re strana "Kalbim Çukurda" got û strana wî ya bi navê "Unutulacak Dünler" di sala 2020an de li Tirkiyeyê di nav stranên herî zêde hatin guhdarkirin de cih girtiye.

Diskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm

  • Majör Depresyon (2009)
  • Yeraltı Edebiyatı (2014)
  • Bir Gün Her Şey (2016)
  • Hiza (2020)

EP

  • Karanfil (Live in İzmir) [feat. Tepecik Filarmoni Orkestrası] (2019)

Single

  • "Heyecanı Yok" (2017)
  • "Kalbim Çukurda" (Cem Adrian bi, 2018)
  • "Ölüler Dirilerden Çalacak" (2018)
  • "Alem-i Fani" Gripin bi; İyi Oyun Film Müziği, 2018)
  • "Kaç İstersen" (2019)
  • "Unutulacak Dünler" (2020)
  • "Dünya Bu" (2022)
  • "İzaf" (2022)
  • "Olur Mu" (Melike Şahin bi, 2022)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]