Goran Candan
Goran Candan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1959 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Goran Candan (jdb. 1959, Amed) nivîskar, wergêr û rojnamevanekî kurd e.
Goran Candan sala 1959ê li Diyarbekrê hat dinyayê. Dibistana destpêkî û navînî li Diyarbekrê xwand û paşê jî 4 salan, li xwendegeha olî ya bi navê Îmam Xetîbê xwendina xwe berdewam kir. Ji sala 1982yê vir ve ye ku li Swêdê dijî. Nasnavê wî Bavê Barzan e.
Goran Candan sala 1986ê, yek ji xebatkarê karê damezirandina rojnameya bi nav û deng û ajansa kurdî: Kurdistan Pressê bû ku li Stockhomê derdiket. Goran Candan di redaksiyona beşê kurdî ya Rojnameya Berxwedanê de kar kir. Her wisan jî, sala 1988ê, bi hevalên xwe, ku niha çend ji wan di riya doza serxwebûna welêt de şehîd ketine, kovara Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê (YRWK), ya bi navê Rewşen, derxist û ew, yek ji van sê kesên (Bavê Barzan, Dara (Nedîm Oguz) û Rizgar Cizîrî (Heybet Îsmaîl) ji desteya redaksiyonê, ya pêşîn bû. Ji hejimar 3-6 jî edîtoriya giştî ya Rewşenê kir. Di sala 1989ê de bi her du hevalên xwe yên niştimanperwer, Dara û Rizgar Cizîrî re ji Almanyayê bi karê amadekirina derxistina rojnameya Halk Gerçeğî rabû, ku ev rojname li Stembolê derdiket.
Goran Candan li Swêdê li Zanistgeha Uppsalayê du salan kurdî (soranî) û farisî xwand. Li Zanistgeha Stokholmê li Xwendegeha Mamostetiyê beşê kurdî du salan bir serî û li dibistanên swêdî 15 salan karê mamostetiya zimanê kurdî kir. Her weha dema hêrîşên hêzên tarî yên li ser doza têkoşîna rizgarî û serbestiya Kurdistanê, Goran Candan di gel çend hevalan, Komeleya Dostên Kurdan (Kurdernas Vänner) damezirand û li desteya redaksiyona kovarek bi vî heman navî, ya ku bi swêdî derdiket, cih girt.
Nuha jî karê wergeriyê ji her kanalên televîzyona Swêdê re dike û ji Kulturrådetê re û ji Rêkxistina Navenda Kitêbxaneyên Swêdî ya bi navê Bibliotekstjänst (BTJ) jî wekî lektorê wêjeya (edebiyata) kurdî dixebite. Goran Candan di karên xwe yên rojnamegeriyê de gelek nivîs nivîsîne û pirtûkên zarokan wergerandine ser zimanê kurdî. Du ji van pirtûkan Tolehildana Mûriyan ji farisî wergerandiye kurdî. Ev berhem bi zaravê soranî jî weşiyaye. Pirtûka klasîkî ya zarokan Aladîn û lampaya bi efsûn ji swêdî wergerandiye ser kurdî. Her wisa jî çîroka folkloriya kurdî ya bi navê Şahmeran berhev kiriye û bi kurmancî weşandiye. Heman çîroka Şahmeranê, bi zaravayê soranî, bi swêdî û hem jî bi zimanê ketelanî, ji hêla weşanxaneya ketelanî Edicions 1984ê li Barselona, Ketelonyayê weşiya. Wergera Şahmeranê ya swêdî, yekemîn pirtûka kurdî ye, ku sala 1995ê ji hêla pirtûkxaneya dewletî ya swêdî, ya bi navê Pirtûkxaneya Axiftin û Nivîsa Xalî (Tal- och Punktskriftsbiblioteket) bû pirtûka dengî û bi dengê hunermanda naskirî ya swêdî Sophie Tolstoy Regen jî pirtûk tev hat xwandin û tomarkirin. Heman berhem sala 2005ê jî wek CD derket pêşberî guhdarvanên xwe yên swêdî. Goran Candan berhema serokê şaredariya kevin a Amedê, siyasetmedarê kurd Mehdî Zanayî ya bi navê Parastina min ji tirkî wergerandiye kurdî.
Goran Candan li ser peyva yogurdê (dew) û teknolojiya heyvan(maye)kirinê û li ser Kurdistan: Niştimanê genêm xebateke lêkolînî ya zanistî, di gel lêkolînerên swêdî amade kiriye û di govarên naskirî yên swêdî de belav kiriye: IdéTidskriften C, Allt Om Mat û Mjölkspegeln.
Weşanxane û Kitêbxaneya kurdî Sarayê (1987)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Goran Candan ji sala 1987ê vir ve ye, ku Weşanxane û Kitêbxaneya kurdî ya naskirî SARAyê bi rê ve dibe. Sara yekemîn pirtûkfiroşiya kurdî ya li Ewropayê ye. Sara ji sala 1987ê ta 2007ê 56 berhemên kurdî, swêdî, erebî û înglîzî weşandiye.
Sazendeya Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî (2007)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber ku li Sarayê bi dehhezaran berhemên granbuha ên kurdî gihane ser hev, loma Sara her weha bûye navendek û arşîvxane û lêkolînê û bi vî awayî Navenda Arşîvxane û Lêkolînê wek Sazendeya Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî (bi îngilîzî: Foundation For Kurdish Library & Museum) ji nuh ve hatiye sazkirinê. Sazende li rêkefta 17ê çiriya yekem 2007ê hat damezirandin. Goran Candan li Zanîngeha Stockholmê beşê Mêjûya Aboriya Cîhanî û Pêwendiyên Navneteweyî xwandiye.