Gotûbêj:Îndonezya

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

MikaelF 12:56, 15 rezber 2007 (UTC) Gumana min ev e: Endonezya ne bi tirkî ye? Em Îndonêsiya (Îndonêziya?) nabêjin, gelo? I.O. Farizov dibêje Îndonêzî, li Îndonêziyê...

ApolloF| Ez dibêjim baştir e weke 'Endonezya' were bikaranîn. Ji ber ku peyva ÎNDÎ tişteke din tîna bîra mirov, weke Îndîan û tiştê pê ve girêdayî. Ez dibêjim Endonezya baştir e.


Apollo wayê etîmolojiya bêjeya Îndonezya jî rave kiriye. Yek kelimeyek me ji Tirkî xilas kir, Apollo xwe gihandê û dîsa kir Tirkî. Eva henek e, lê xwezî me Apolloyan di nivîsandina gotaran de bidîta û baştir jî dibû. Birayê MîkaelF di warê erdnîgariyê de gotina dawî ya te bi xwe ye û me bi hev re wisa biryar dabû. Xêra xwe bi ya xwe bike hinek jî de facto bike. Hin caran gotina wî camêrî (cografîst) neke. Lewra di hin navan de min fêhm kir kû ew Bakurê Kurdistanê kêm nasdike. Mafê me heye ku em sererast bikin. Heger saziyên me yên fermî hebana me yê serê xwe jî neêşandiba.. Silav.. --Bablekan 19:37, 1 rezber 2008 (UTC)
Li gor wikipediyayên almanî (Indonesien) û înglîzî (Indonesia) navê vî welatî ji bêjeyên indus ji bo Hindistanê û ji nesos ji bo girav hatiye hûnandin (sazkirin). Endonezya berbiçav ji bejeya tirkî tê. Li gorî min jî, weke ku kek MikailF pêşniyaz dikê, eger bibê Îndonêziya dê ji bo bilêvkirina kurdî û dûrbûna ji tirkî baştir bê. silav --Kurdodino 08:47, 2 rezber 2008 (UTC)
Êvarbaş, wek kekê Kurdodîno jî pêşniyaz dike Endonezya bû Îndonêziya... ez nika ji Lîsteya navê dûgelan razî me, Aljerya bû Alcerya û bes e. Ji bo bîhnfirehiya we sipas dikim. Silav-- MikaelF 19:08, 3 rezber 2008 (UTC)
Kekê ji me ewqas jî nepirse. Tu jî dizanî bi qasî nifûsa kurdan dê nêrîn derkevin ku em nikarin jê xilas bin. Tirkan em wisa kedî kirine û tirsandine ku em newêrin bêjeyekê xwe cuda bikarbînin. Eva psîkolojiya bindestan e. Xwezî tenê ewqas ba. Li cem mîsyonerên Tirkan, ên Katolîkan nizanin avsîrê jî bixwin. Destê Tirkan di nava mejiyê me de jî xurt e. Min gelek dîtiye, tecrube kiriye û xetên wan ên sor dîtine. Nebêjin ev paranoya ye, lê ew nahêlin yek bêjeyek Kurdî jî tewa xwe bigire, standard bibe, ewqas qîmetê didin viya. Ez hinek ji psîkolojiyê dizanim, metoda şibandinê yek ji teknîkên asîmîlasyonê ye. Dibêjin mirov nikare resh bike spî, lê gava mirov berê wê hinekê rengê resh vekir, riya hêdî hêdî spîkirin jî vedibe. Heger hûn di nava giyayan de li spingê bigerin, chavên we xwe dikishînin giyayên dishibin spingê. We fêhm kir? Em bikin nekin, xwe qurban jî bikin dawiya van daxwazan nayê. Dê her û her hinek werin bêjin chima hûn navan wekî Tirkî bikarnaynin. Birayê ezîz MîkaelF ev lîsteya hatiye amadekiri niha di kompûterên pirraniya rojnamevan û malpersazan de hatiye qeydkirin. Dê bibe zimanê komputerê jî. Em rêza karakterê zimanê xwe negirin, xelk jî nagire. Nebêjin "yek kelîmeyek e, bila here". Em chawa bi têkûzî, baldarî zimanê Tirkî diaxivin, dinivîsînin lê ew tehemûla yek pêshketinek di zimanê me de nakin. We dîtiye Kurden rabûye gel kiriye jel? Üzüm kiriyem uzim? Heger yek bike em bi hev re rexne dikin. We dîtiye ku malperek Kurd Tirkî bash bikarneaniye? Na. Lê heman malper wekî ku bi Kurdî henekan bikin shasho-tewsho dinivîsînin. Lewra bo wan Tirkî ziman e û layiqê rêzgirtinê ye lê Kurdî pêlîstok e. Hûn hinekê li wan bikolin an nezan in, an jî peyayên saziyên asîmîlasyonê ne. Xwedê Teala emrê te dirêj bike kekê MîkaelF, miradê te bike û sipas bo keda te.. --Bablekan 13:26, 13 gulan 2011 (UTC)[bersiv bide]