Gotûbêj:Xelata Tûşêmiya Zêrîn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xelata Golden Raspberry[çavkaniyê biguhêre]

Bi nihêrîna min, xelatên Golden Raspberry ji xelatê Tûşêmiya Zêrîn çêtir e. Hûn çi dibêjin? MikaelF (gotûbêj) 10:04, 30 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Roj baş hevalê @MikaelF . Bi min sernavê aniha çetîr e .Xelata Tûşêmiya Zêrîn wegera kurdî ya Golden Raspberry Award e . Bi tirkî jî Altın Ahududu Ödülle bi almanî Goldene Himbeere , bi portûgalî Framboesa de Ouro
ye .Raspberry jî bî kurdî Tûşêmî ye . Mesela Xelata Oscar dibe . Ji ber ku Oscar navê kes e. Ema xelatên Golden Raspberry ne rind e . Her wiha zarokekî kurd ku zimanê îngilîzî jî nizane navê Xelata Tûşêmiya Zêrîn fehm dike .Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 12:25, 30 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49, Gomada, Ferrus, Bikarhêner, û KelêÛxelfetî: Roja te jî bi xêr be, baş e, lê te nedîtiye ku Wîkîpediyên din hene ku navê ha wernagerînin, wek yên holendî, frîzî, norwêcî, swêdî, danî, spanî, ketelanî... Ez di vî warî de ne bi te re me, ne hewce ye em Xelata Golden Rasperry wergerînin bo kurdî ji ber ku mirov rojane behsa van xelatan nake û navê xelatê navekî taybet e, wek xelata Palme d'Or, xelata Golden Globe, xelata Lo Nuestro, xelata Satellite, endamê Royal Society hwd. Bi ya min, "Xelata Palme d'Or (bi kurdî: Xelata Darqespa Zêrîn)" rindtir e. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 18:03, 30 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]
@MikaelF Pêşniyarên te wergerên xirab in . Em mesela Zanîngeha Stanfordê û ne Stanford University û Partiya Gel a Komarî û ne Cumhuriyet Halk Partisi dibêjin . Gelo aniha Xelata Tûşêmiya Zêrîn çima bi gotina te çewt e  ? Çima kompleksên me kurdan he ne ? Çima em qîmeta zimanê xwe nas nakin  ? Avestaboy (gotûbêj) 19:40, 30 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy tu çawan î, xebatkarê hêja. Ez nabêjim, ew çewt e!, lê ez ramanên xwe li ser vê mijarê dinivîsim ji ber ku xelata Golden Globe, geh glob e, geh kûre, geh kure (Xelatên Globa Zêrîn, Xelatên Kûreya Zêrîn, Xelatên Kureya Zêrîn) e, em serê zarokan jê hindik gêj dikin; lewre jî ramana min ev e, xelata Palme d'Or, xelata Golden Globe, xelata Golden Raspberry wekî xelata Lo Nuestro û hwd çêtir û zelaltir in, ne wergerên xirab in. Karê te li vira bêhempa ye, ez rexne li te nakim :) Baş e, bimîne di xweşiyê de. MikaelF (gotûbêj) 07:35, 1 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Wekî din, kompleksên min tune ne, ez gelek wêrek im :) Tu her hebî. MikaelF (gotûbêj) 07:38, 1 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @MikaelF . Heke tu bixwazî tu dikarî sernavê Darqespa zêrîn wek Palmiyeya zêrîn an jî Palma Zêrîn biguherînî . Ji ber ku ji bo navê Palmiyeya zêrîn çavkanî he ne . Ema Xelata Palme d'Or an jî Xelata Golden Globe bi helwesta min wergerin xirab in. Ji bo navê Xelatên Kûreya Zêrîn an jî Xelatên Kureya Zêrîn çavkanî he ne . Peyva küre di zimanê tirkî de heye. Lewma jî hinek difikirin ku ev peyv tirkî ye. Lê belê ev peyv ji zimanê erebî hatiye û ketiye zimanên cuda.
https://anfkurdi.com/Cand-U-huner/li-cannese-heyecana-palmiyeya-zerin-1158 Avestaboy (gotûbêj) 09:56, 1 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]