Gotûbêj:Yasemîn Muqbilî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tîpguhêziya kurdî[çavkaniyê biguhêre]

Êvar baş hevalno @Penaber49 , @MikaelF , @Ahmetbeg , @Ghybu , @Gomada Jasmin Moghbeli bi eslê xwe kurd e û navê wê bi orîjînal wek : یاسمین مقبلی

tê nivîsandin. Malper Rûdaw bi Tirkî Jasmin Moghbeli û kêleka wê jî Yasmin Moqbili dinivîse . Gelo tîpguhêziya kurdî çawa ye ? Ez difikirim ku Yasmîn Moqbilî ( Muqbilî ? ) raste . Silav û rêz

https://www.rudaw.net/turkish/people-places/28082023-amp Avestaboy (gotûbêj) 18:28, 29 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy eger ku belgeyên navê rastî di destê edîtorên ajansan de tunebe di derbarê ziman de zanabûna wan qels e. Yasmîn jiber ku ji Mehabadê ye û zimanê Mehabadê bi giştî soranî ye, bilêvkirina paşnavê wê îhtîmal heye ku Moghbelî be. Dibe ku wîkîpediya îngilîzî rast nivîsiye. Penaber49 (gotûbêj) 22:25, 30 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Na ew ne rast e. Moghbeli guhertoya înglîzî ye . Ji ber ku mirovên îngilîzîaxêv nikarin tîpa Q bilêvbikin . Mesela Deşnê Mûrad jî bi kurdî wisa tê nivîsandin ema bi zimanên din jî wek Dashni Murad an jî Dashni Morad tê nivîsandin. Ji bona Wîkîpediyaya kurdî ji bo kesên kurd rastnivîsa kurdî derbasdar e. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 07:34, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Astengkirina Erfanteh[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF , @Gomada , @Ghybu , @Bikarhêner , @Penaber49 Ev bikarhêner Erfanteh berî çend saetan tevlî Wîkîpediyaya kurdiya bû . Tenê ji bo hemû agahî û kategoriyan li ser kurdbûna Yasemîn Muqbilî derxe . Ez bi gumanim ku Erfanteh kurd e . Ez texmîn dikim ku ew netewperestekî faris e . Ji kerema xwe ji bo wî kesê têketina Wîkîpediyaya kurdî betal bikin . Avestaboy (gotûbêj) 14:16, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF , @Gomada , @Ghybu , @Bikarhêner û @Penaber49 Asteng nekin . Di Wîkîpediyaya înglîzî aniha hatiye nivîsandin ku bavê Y. Muqbeli ji Tehranê ye . Berê li ser gelek malperan dihat gotin ku malbata wî ji Mehabadê ye . Mixabin ez aniha nizanim ku ku kîjan agahî raste .
https://stpaulsdelray.org/god-is-my-refuge-and-my-strength/ Avestaboy (gotûbêj) 14:35, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Mebesta astengkirinê ew nebû. Ew bikarhêner kurdî nizanî û rupelên Wîkîpediyaya kurdî bê gotûbêjê diguherîne. Herwiha li ser rûpelê şablona {{Xebat}} heye... Ghybu (gotûbêj) 14:39, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Ew jî rast e . Her wiha ez bi gumanim ku ew bêalî ye . Avestaboy (gotûbêj) 14:42, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Eslên mîrovan tenê li gor malparên kurd binivîsîne, mixabin, li gor wan her kes kurd e... Rudaw jî malpereke bêalî nîne. Ghybu (gotûbêj) 16:16, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Ev agahî ne tenê li ser Rûdawê bû. Belkî ev Nûçeyên derewîn e (Fake news) . Di vîdyoyek ew got ez serbilindim li ser eslê xwe yê faris . Ez difikirim ku rind e ku em eslê wê û cihê jidayikbûna dêûbavên wê derxin . Heta ku zêde agahî hebin . Avestaboy (gotûbêj) 16:29, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Li gor Rûdawê Mesut Özil jî kurd e... Di nav medyayên kurd da nûçeyên bi vî awayî pirr hene... Ghybu (gotûbêj) 16:31, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Gelo ew Rûdaw bû? Min ev îdia wê demê di rojnameya Özgür Politika a pro - kurd de xwend. Avestaboy (gotûbêj) 16:36, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Malpera www.aknews.com bû [1] Ghybu (gotûbêj) 16:49, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Min wê demê ev derew di rojnameya Özgü Politika de xwend. Pismamê min jî serbilind bû ku Özil goya kurd e. Du xwendekerên sotlendî henek û ezmûn lîstin û wêne û çavkaniyên Wîkîpediyayê sexte çêkiribûn. Nêzîkî deh salan li ser Wîkîpediya bi îngilîzî derewa dihat nivîsandin ku Alan MacMasterê skotlendî dahênerê makîneya tostê ( toaster) bû .Mixabin gelek kes û hin medyayan ji vê derewê bawer kiribûn. Avestaboy (gotûbêj) 17:22, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]